Lijneya Giştî ya 12'an a HDK'ê: Em ê birêxistinbûyînê mezintir bibin 2023-01-27 09:02:29 STENBOL - Nûnerê Meclisa Gelan û Baweriyan a HDK'ê Mûrad Mihçi û Endama Meclisa Tenduristiyê ya HDK'ê Heval Bozdag hemû derdorên bindest vexwendin Lijneya Giştî ya HDK'ê ku dê di 29'ê çileyê de bi dirûşma "Li dijî faşîzm û kedxwariyê em di bin banê meclisên demokratîk de bibin yek. Em bi civakeke rêxistinkirî û azad jiyana nû ava bikin" bê lidarxistin.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), dê di 28'ê çileyê de bi dirûşma "Serî hildana me li dijî serdestiya mêran, israra me ji bo jiyaneke wekhev û azad e" Konferansa Giştî ya Jinan û di 29'ê çileyê de jî bi dirûşma "Li dijî faşîzm û kedxwariyê em di bin banê meclisên demokratîk de bibin yek. Em bi civakeke rêxistinkirî û azad jiyana nû ava bikin" li Navenda Kongreyê ya Stenbolê, Lijneya Giştî ya 12'an li dar bixe. Xebatên ji bo Desteya Giştî û Konferansa Jinan bênavber didomin.    Endama Meclisa Tenduristiyê ya HDK'ê Heval Bozdag û Nûnerê Meclisa Gelan û Baweriyan a HDK'ê Mûrad Mihçi, diyar kirin ku dê ji bo heyama nû xwe birêxistin bikin û ji bo beşdariya li desteya giştî bang li hemû gelên bindest kirin.    Bozdag ragihand ku HDK di pêvajoyeke wisa de ku gelên bindest têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê bilind dikin, Lijneya Giştî li dar dixe. Bozdag destnîşan kir ku di atmosfereke wisa de ku rejîma AKP û MHP'ê her diçe çewisandinê zêde dike û bi ser muxalîfan, çapemeniyê, siyasetmedar û jinan de diçe û got ku di atmosfereke wisa de lidarxistina lijneya giştî cihê "hêviyê" ye. Bozdag wiha domand: "HDK, dê bi destpêkeke nû dest bi heyama xwe ya 12'an bike."    DIRÛŞMA LIJNEYA GIŞTÎ   Bozdag ku got "HDK, bi fikira xwe û rêxistinbûyîna xwe hem derfeteke demokratîk berpêşî civakê kiriye hem jî di hemû qadên têkoşînê de lêgerîna ji bo piştevanî  rêxistinbûyînê ye" îşaret bi rêxistinbûyîna meclisên di bin banê wan de kir. Bozdag ji bo dirûşma lijneya giştî jî ev tişt gotin: "Ev dirûşme hem îşaret bi zemîna hevpar dike hem jî tê wateya bangawaziyekê. Îfadeya kelecan û israreke nû ye jî."    Bi domdarî Bozdag bal kişand ser peyamên ku dê di desteyê de bên dayîn û wiha pê de çû: "Dê peyama sereke pêwendiya perspektîfa damezrîner a HDK'ê ya bi aktueliyê re û beramberiya wê ya ji bo pêdiviya civakî be." Bozdag destnîşan kir ku dê têkoşîna hevpar û vîna vê têkoşînê derkeve holê û wiha dom kir: "Têkoşîna di warê jinê û ekolojiyê de, têkoşîna di warê kedê de ya li dijî kedxwariyê, têkoşîna hevpar a têkildarî çareserkirina meseleya kurdî berbiçav bin. Em wisa difikirin ku dê 'jin, jiyan, azadî' û têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê di kongreyê de olan bide."    ‘EM BI HEV RE BIRÊXISTIN BIKIN'   Nûnerê Meclisa Gelan û Baweriyan a HDK'ê Mûrad Mihçi jî diyar kir ku HDK ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got ku HDK ji roja ku hatiye avakirin heya niha têkoşîneke bibandor bi rê ve dibe. Mihçi destnîşan kir ku dê di lijneya giştî de peyama têkoşînê û yekbûnê bidin li dijî êrişên desthilatê. Mihçi bilêv kir ku HDK pergaleke ku hemû derdorên civakî tê de hene û bang li hemû derdorên tune tên hesibandin kir û wiha bi dawî kir: "Em bi hev re bin û bi hev re têkoşînê birêxistin bikin."