Nobeta Edaletê di roja 27’emîn de ye: Têkoşîna demokratîk wê bidome 2023-01-27 11:04:31   ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier diyar kir ku ji roja ku gelê kurd bi Peymana Sykes-Picot bûye 4 çar parçe, polîtîkayên tecrîd û qirkirinê tên meşandin û wiha got: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan bêyî ku tawîz bê dayîn em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike dane destpêkirin di roja 27’emîn de berdewam kir. Parlamenter Şevîn Coşkûn, Hasan Ozguneş, Kemal Pekoz, Îmam Taşçier, Mûazzez Orhan û Mûrat Sarisaç dowizên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Bila li Îmraliyê hevdîtin pêk were” vekirin, li ber Meclisê daxuyaniyê dan.    Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier ê di çalakiyê de axivî, diyar kir ku jiyan û tenduristiya Abdullah Ocalan û girtiyên din Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin bi fikar in û wiha got: “Hêzên navnetewî bi komployê birêz Ocalan teslîm kirin. Dema teslîmkirin jî bi hin peymanên navnetewî teslîm kirin. Îro jî xwedî li wan sozên xwe dernakevin. Ji roja ku gelê kurd bi Peymana Sykes-Picot bûye 4 çar parçe, polîtîkayên tecrîd û qirkirinê tên meşandin.”   ‘DIVÊ KURD BÊN CEM HEV’   Taşçier, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Dewletên wê demê Kurdistan kirin 4 parçe, naxwazin kurd li ser axa xwe bibin xwedî statu û xwe bi rê ve bibin. Ji ber vê yekê ji bo kurd tecrîdê bişikînin û xwe bi rê ve bibin divê bên gelhev û yekitiya xwe ava bikin. Bifikirin li welatekî 30 milyon kurd hene lê nikarin bi zimanê dayika xwe jî perwerdehiyê bigirin. Li gorî makeqanûna Komara Tirkiyeyê kesekî bi navê kurd nîne. Temamê 30 milyon kurdan înkar dike. Di vê çarçoveyê de tecrîda li ser Birêz Ocalan berdewam dike. Ji bo ku ev tecrîd bê bidawîkirin em ê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin. Em bang li Wezareta Dadê û saziyên têkildar dikin; demildest vê tecrîdê bi dawî bikin. Tecrîda li ser Ocalan rakin, bila Ocalan li cihê ku heq dike be. Weke hûn dizanin Mandela piştî 27 salan di girtîgehê de hat ragirtin bû serokê wî welatî.”