Serhildanên gel ên li Îranê di roja 132’yemîn de ne 2023-01-27 14:10:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildanên gel ên piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin di roja 132’yemîn de berdewam dikin.    Serhildanên gel ên piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilat û Îranê dest pê kirin di roja 132’yemîn de berdewam dikin. Dadgehê li xwendekara zanîngehê Maryam Derrîsî 22 meh û 17 roj cezayê hefsê birî. Şewirmenda hiqûqê û aktîvîsta mafên jinan Hesna Vatanpour jî cezayê hefsê girt.    Dadgeha Temyîzê ya Eyaleta Farsê li gorî madeya 134’emîn a Qanûna Komara Îslamê li xwendekara Zanîngeha Saveyê Maryam Derrîsî 22 meh û 17 roj cezayê hefsê birî. Maryam Derrîsî bi îdiayên “Propagandaya li dijî dewletê kiriye” û “Ji serokê mezin re heqaret kiriye” bi rêzê 7 meh û 16 roj û 15 meh cezayê hefsê girt. Xwendekara lîsansa  bilind a Zanîngeha Saveyê Maryam Derrîsî beriya demekê jî ji aliyê Şaxa 103’yemîn a Dadgeha Şoreşê ya Kazerînê ve salek cezayê hefsê û 74 qamçî ceza hatibû dayîn. Ji aliyê şaxa 102’yemîn a heman dadgehê ve jî beriya niha 3 sal cezayê hefsê hatibû birîn.    JI MAFÊ XWE YÊ PARÊZER BÊPAR HATIYE HIŞTIN    Şaxa 3’yemîn a Dadgeha Şoreşê ya Îlamê ji aktîvîsta mafên jinan û şêwirmenda hiqûqê Hesna Vatanpoûrê re 6 sal cezayê hefsê birî. Pasaporta Hesna Vatanpoûr hate betalkirin û 100 saet cezayê û ku şewirmendiya hiqûqê bê pere bike dane. Hate ragihandin ku bi îdiayên “li dijî dewletê propaganda kiriye” , “Li dijî ewlehiya navîn û derve civîn li dar xistiye” û “Ewlehiya giştî xerakiriye” ceza li Hesna Vatanpoûr a ji jinên bê parastin re bê pere şêwirmendiyê dike hatiye birîn. Hate diyarkirin ku di pêvajoya darizandinê de ji mafê xwe yê parêzer bêpar hatiye hiştin.