Der barê jinên şidetê protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin 2023-01-31 09:03:11 RIHA - Li Rihayê der barê jinên ku di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de daketin kuçeyan bi îdiaya "muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşan" lêpirsîn hat destpêkirin.    Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji jinên ku xwestin di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de meşekê li dar bixin, der barê 17'an jê de bi îdiaya "muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşan" lêpirsîn hat destpêkirin. Rêveberên bajêr û navçeyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de 15 jin di çarçoveya lêpirsînê de li Midûriyeta Polîsan a Rihayê îfade dan. Hat hînkirin ku di îfadeyan de pirsên wekî "ji bo çi tu tev li çalakiyê bûyî" û "tu bi fermana kê tevlî çalakiyê bûyî" hatine kirin.    TUNDIYA DEWLETÊ   Ji jinên ketine ber lêpirsînê endama Meclisa Jinan a HDP'a Rihayê Sema Aîşeoglûy ragihand ku biryara "qedexeya lidarxistina çalakiyan" a walîtiyê bûye hinceta lêpirsînê û got: "Dirûşmeya 'jin jiyan azadî' her ku bilind dibe, bêtehamuliya serdestan jî zêde dibe. Em jin, daxuyaniyên me yên wê rojê desthilat pir nerihet kirine, lewma der barê gelek hevalên me yên jin de lêpirsîn hatine destpêkirin. Bi vî awayî dixwazin jinan bitepisînin. Her hefte du sê jin diçin midûriyeta polîsan îfadeyê didin. Bi pirsên wekî 'ji bo çi hûn tevlî daxuyaniyê bûn' û 'we ferman ji kê stendiye' dixwazin jinan krîmînalîze bikin. Di roja têkoşîna navneteweyî ya li dijî tundiyê de jî jin bi şideta dewletê re rû bi rû dimînin."    ‘EM Ê LI HER QADÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN'   Aîşeoglûy bibîr xist ku demek berê li bajêr jina ciwan a bi navê Bahar Hezer li bajêr ji aliyê birayê xwe ve hatiye kuştin û wiha got: "Desthilat ji bo pêşîgirtina van cinayetan tu tevdîran nagire, lê radibe biryarên ji bo qedexekirina têkoşîna jinê digire. Ev biryarên ji bo tepisandina jinê ne. Bi vê dixwazin jin li malê bin û deng ji xwe dernexin. Lê astengiyên bi hêza polîsan û di bin banê hiqûqê de nikarin têkoşîna me bidin sekinandin. Êdî divê baş bi vê zanibin. Em guh li van qedexeyan nakin. Li dijî cinayetên jinan û binpêkirina azadiya me em ê xwe li bêdengiyê daneynin. Em ê dengê xwe li her derî bilind bikin."    Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê Meral Halat jî bilêv kir ku mafê civîn, xwepêşandan û meşê di civakên demokratîk de ji mafên herî bingehîn in. Halat diyar kir ku walîtiyê bi awayekî yekalî tevgeriyaye û got: "Rojeke navnetewyî ya jinan qedexe dike. Bi vê qedexeyê re careke din jin bi tundiyê re rû bi rû man. Bi vî away naxwazin jin berbiçav bibin."    MA / Omer Akin