Banga ji bo beşdariya Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê derkevin 2023-02-01 09:01:17   AMED - Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag ji bo Meşa Gemlîkê ku ya li dijî tecrîda li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang kir û got: “Em xwedî li vê meşa li dijî tecrîdê derkevin."    Komploya Navneteweyî ku di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, 24 sal in didome. Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) ve Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) dê di 6’ê Sibatê de ji navçeyên Qosera Mêrdînê û Gevera Colemêrgê bi dirûşma “Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin” li dijî tecrîda li ser Ocalan ber bi Gemlîkê ve meşek bê lidarxistin.    ‘WEKÎ WEHŞETA 12’Ê ÎLONÊ TÊ PÊNASEKIRIN’   Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Safîye Akdag têkildarî meşê axivî. Akdag bibîr xist ku kurdan sedsaleke bi girtin, kuştin û qetlîaman derbas kiriye. Akdag destnîşan kir ku niha li her derê cihanê li dijî kurdan polîtîkayên qirêj tên meşandin û wiha domand: “Sedema van polîtîkayan jî tecrîda li ser birêz Ocalan e. Di vê sedsalê de li Rojavayê bi destê DAIŞ’a hov û desthilata faşîst a AKP-MHP’ê gelek êriş hatin kirin. Li bakurê Kurdistanê bi çekên kîmyewî qetlîam pêk hatin û bi her awayî di qada siyasî, çandî û civakî de êrişên dijwar hene. Di van 24 salên dawî de bi tecrîdê ve girêdayî bi taybetî jî pêkutiyên li zîndanan de diqewimin mirov dikare wekî wehşeta 12’ê Îlonê pênase bike.”   BIRYARA SAZIYAN   Akdag bibîr xist ku Abdullah Ocalan di nava 24 salan de tenê 2 caran bi rêya telefonê bi malbata xwe re axiviye û di 11 salan de jî 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin kiriye. Akdag bi lêv kir ku li cihanê mînakên wekî vê tecrîdê nîn in. Akdag axaftina xwe wiha domand: “Em gel, rêveberên saziyan û yên ku di nava tekoşîna azadiyê de cih digirin, baş dizanin ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd ranebe, êrişên hovane yên li ser kurdan dê bidomin û girantir bibin. Ji bo şikandina vê tecrîdê MEBYA-DER, MED-TUHAD-FED, TJA, KCD, DBP, HDP û saziyên din biryarek girtin.”   ‘FELSEFEYA OCALAN LI CÎHANÊ BELAV BÛYE’   Akdag bal kişand ser felsefeya Ocalan ji û wiha got: “Felsefeya birêz Ocalan ne tenê li Rojhilata Navîn, li hemû cîhanê belav bûye. Bîrdoziya wî ya wekheviyê û jiyana bi hev re li her derê tê zanîn. Her wiha gelek kes di rêvebirina welatên xwe de felsefeya birêz Ocalan bi kar tînin û li gelek zanîngehan jî wekî ders tê dayîn. Ji bilî dewleta Tirkiyeyê li hemû cihanê bûye mînakek. Mînaka herî şênber jî ev e ku gelek parêzerên cihanê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dewleta Tirkiyeyê dane.”   BANGAWAZÎ   Akdag ji bo xwedîderketina li Meşa Gemlîkê ku dê di 6'ê Sibatê de li dijî tecrîda Îmraliyê bê lidarxistin bang kir: “Em ê di 6’ê Sibatê de ji Gever û Qoserê, ji du milan bi girseyî ber bi Enqereyê û piştre jî ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Ev meş dê heta 15’ê Sibatê bidome. Bangawaziya me ew e ku hemû gel, li her qadê, li taxan û kolanan ji bo vê bixebitin û xwedî li vê meşa li hemberî tecrîdê derkevin. Ji bo pêşeroja zarokên xwe û tiştên qewimî dîsa dubare nebin divê bi taybetî yekitiya kurdan bê avakirin. Li her aliyê Kurdistanê û cihanê hemû kurd bibin yek û li hember vê tecrîdê xwedî li Meşa Gemlîkê derkevin.”