Roja 8’emîn a erdhejê: Malbat bi xemgînî li ber kavilan disekinin BLOGA ZINDÎ 2023-02-13 09:37:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Erdhejên ku navenda wê Bazarcixa Mereşê bû hefteyek li pey xwe hişt û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di roja 8’emîn de berdewam dike. Hê jî bi hezaran cenaze nehatine veşartin û xizmên wan li ber serê cenazeyên sekinîne. Her wiha malbat bi xemgînî li ber kavilan jî li benda rizgarkirina xizmên xwe disekinin.  Li navçeya Bazarcixê ya Mereşê di 6’ê Sibatê de du erdhej bi pileyên 7.7 û 7.6 çêbûn. Karesata erdhejê bandorê li ser Mereş, Semsûr, Meletî, Dîlok, Hatay, Amed, Riha, Osmaniye, Kilîs û Edeneyê kir. Di erdhejên li van bajaran çêbûn de bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Her ku diçe bîlançoya qurbanî û birîndaran jî zêde dibe. Hê jî li gelek deveran bi sedan mirov di bin kavilên avahiyê hilweşiyayî de ne. Lê dîsa jî dawî li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê anîne. Hê jî ji bo gelek cenazeyên ji bin kavilan hatine derxistin, nehatine veşartin. Mexdûrên erdhejê bi rojane li benda xizmên xwe sekinin ku ji bin kavilan ango xirbeyan bên derxistin lê niha li ber serê cenazeyên xwe disekinin ku wê kengê bên veşartin.    Heta niha ne wesayîtên cenaze ne jî kefen gihîştiye cihê cenaze lê hatine sekinandin.    Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê li herêmên erdhejê kêlî bi kêlî geşedanan dişopînin û radigihînin.   17.06 - Meclisa Ciwanan a HDP'ê, li Meletiyê ji bo mexdûrên erdhejê kona piştevaniyê danî.    16.53 - Li Edene û Osmaniyeyê di encama erdhejê de hezar û 422 kesan jiyana xwe ji dest dan. Xebatên rakirina kavilan ên li her du bajaran berdewam in.    16.37 - Serokwekîlê Giştî yê AKP'ê Nûman Kûrtûlmûş û yên pê re, li Rihayê di dema serdana mexdûrên erdhejê de kirin tîqetîq.    16.20 - Xebatkarên Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê ku blokek wê hilweşiyaye, bi darê zorê tên xebitandin. Ji bo Bloka B'yê rapora "mirov dikarin lê bimînin" hatiye çêkirin.    16.14 - Parêzerên endamên ÇHD’ê diyar kirin ku piştî erdhejê li navçeyên Hatayê ku bi piraniya wan nifûsa erebên elewî lê dimînin bi binpêkirinên mafan ên cidî re rûbirû mane û grûbên çekdar ku bi hestên nijadperest tevdigerin, grûbên çepgir ên dilxwaz û mexdûrên erdhejê dikin hedef.    16.14 - Serokê Odeya Mîmaran a Şaxa Enqereyê Tezcan Karakûş Candan, diyar kir ku "rêziknameya erdhejê" ya piştî erdheja 199'an a Marmarayê hatiye çêkirin nehatiye pêkanîna û got: "Me ji avahiyên qerase yên hilweşiyan dît ku ders ji erdhejê nehatiye werhgirtin."    15.44 - Li Semsûrê Gozde Tûrhan ku 9 xizmên wê di bin kavilan de man û piştî 7 rojan cenazeyên wan radestî wê hatin kirin, diyar kir ku çendî deng dihatin jî 2 rojan kesî mudaxile nekiriye û got: "Me bi mirinê re rû bi rû hiştin."    15.00 -  Li Semsûrê li gor hejmarên en efrmî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 8 hezarî derbas kiriye.    15.00 - Li Amedê xwendekar bi darê zorê ji wargeha KYK'ê ya Halîd Bîn Velîd hatin derxistin. Serokkomarê AKP'î Erdogan ragihandibû ku dê mexdûrên erdhejê li wargehan bi cih bikin.    14.38 - Li Hatayê jinek ku di erdhejê de tiştên ku hatine serê wê ji şandeya HDP’ê re vegot û diyar kir ku keça wê di bin kavilan de jiyana xwe ji dest daye, destê hevjînê wê hatiye birîn û bi gotinên “Wêneyê bêşermiyê rûyê van e. Hêj jî bêyî ku şerm bikin siyasetê dikin” bertek nîşanî desthilata AKP’ê da.    14.37 - Hat hînkirin ku duh li Amedê li Kompleksa Sporê ya Halît Gurselê şewba guriyê belav bûye. Hat ragihandin ku ji ber vê komplkesa sporê hatiye valakirin û piştî hatiye dermankirin cardin mirov lê bi cih bûne.    14.10 - Li Amedê avahiyên xesardîtî tên valakirin. Li Taxa Hûzûrevlerî heya niha 8 avahî hatine mohrkirin û hat hînkirin ku 50-60 avahî pir xesar dîtine.    13.04 - Hat derpêşkirin ku li navçeya Çermiktiyê ya Meletiyê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê piştî ku dozger û hevalê wî ji bin kavilên Rezîdansa Tren Gardenê derxistin, ji herêmê çûne.    12.24 - AFAD’ê aşkere kir ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 31 hezar û 643’yan.    12.02 - XESARA MADÎ YA ERDHEJÊ    Li gorî dîtin û şîroveyên aborîzanan; dê maliyeta erdhejê zêdetirî 50 milyar dolar be. Li gorî rapora TURKONFED'ê, tê texmînkirin ku dê xesara maddî 84 milyar dolar be. Lê belê maliyeta erdheja 17'ê Tebaxa 1999'an ku bandor li 7 bajaran kiribû, di navbera 15-19 milyar dolarî de hatibû hesabkirin. Hasilaya Navxweyî ya Xeyrî Safî ya 1999'an 184 milyar dolar bû û bîlançoya erdheja 1999'an ji 10 payên dahata neteweyî teqabulî payekê kiribû.    Lê Hasilaya Navxweyî ya Xeyrî Safîya 2023'yan li dor 900 milyar dolarî ye. Tê gotin ku xesara maddî ya li herêmên erdhejê, teqabulî ji sedî 10'ê Hasilaya Navxweyî dike. Li gor vî hesabî, xesar li dor 100 milyar dolarî ye.   11.45 - Xebatkarên dilxwaz ên ji bo mexdûrên erdhejê li Îzmîrê dixebitin, diyar kirin ku gel bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan digire û wiha gotin: “Li pêşiya me hêjta pêvajoyeke dirêj heye. Divê em ji bo jinûveavakirinê piştevaniyê mezintir bikin.”     11.27 - Li Semsûrê Riza Acipayam ê ku xwişk û 4 xwarziyên wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan diyar kir ku îktidar li ser qurbaniyan hewl dide rantê bi dest bixe.    11.16 - Li gundê Çiglikê ya navçeyan Wêranşarê ku di erdhejê de serobino bûye, xaniyek jî saxlem nemaye. Mehmet Avşar ku li derve maye got: "Li derve mutbexek me heye, em li wir dimînin. Ne rayedarên dewletê ne jî tîmên AFAD'ê nehatin."    10.38 - Li hinek gund û bajarokên Meletiyê ku xesareke mezin gihiştiyê, AFAD bi “torpîlê” konan belav dike. Li hêla din malbateke ji gundê Savakliyê ku kon peyda nekir, neçar ma ku konteynireke bi bihayê 55 hezar lîreyan bikire.    10.37 - Rojnamevanên ku bi armanca tiştên li herêma erdhejê li Hatayê qewimîne ragihînin çûne herêmê, bal kişandin astengkirinên bi OHAL’ê dest pê kirin û wiha gotin: “Çi dibe bila bibe em ê bibin dengê gel.”   10.24 - VAYE REWŞA KAMBAXIYA KARESATÊ    Berovajiyê gotinên Erdogan ku dibêje ji ber erdhejê kes mexdûr nebûye, li bajaroka Bulam a navçeya Çêlikan a Semsûrê ji ber ku dewlet kon nade wan malbata Şenses di gomê de bi sewalên xwe re dijî.   10.06 - Li Amedê qadên ku AFAD lê konan vedaye, hin kon kirine du beşan û tahsîsî mexdûrên erdheje kirin. Di her beşek kon de herî kêm 20 kes dimînin.    09.56 - Li navçeya Islehiyeyê baweriya tu kesî êdî bi sozên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan nayê. Mexdûrên erhejê yên ku kariyan alavên xwe ji malên xwe derxînin, êdî terka navçeyê dikin.    09.55 - Nûnerê ÎMO’ya Rihayê Berat Mahsûn Kaya diyar kir ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, heta daxwaza xwediyên avahiyan nebe analîza avahiyan nake û got: “Ji ber ku saziyên fermî her tim analîzên teknîkî nakin îro em di vî halî de ne.”   09.19 - HDP û rêxistinên civaka sivîl piştî ku alîkariyên hatine navçeya Bazarcixê tesnîf kirin, digihînin gundan û li mexdûrên erdhejê belav dikin.   01.21 - Biryarnameya  Serokkomariyê ya têkildarî qada tenduristiyê ku di çarçoveya OHAL’ê de hate derxistin, kete meriyetê.