Berberên dilxwaz li Nûrdaxî û Islahiyeyê welatiyan traş dikin 2023-03-06 09:30:07 DÎLOK -  Berberên ku bi dilxwazî hatine Nûrdaxî û Islahiyeyê, mexdûrên erdhej traş dikin.    Piştî erdhejên li Mereşê çêbûn, xebatên rakirina kavilan didomin. Her wiha gel jî xwe bi xwe birînên xwe dicebirîne. 17 berberên dilxwaz ên ji Dîlokê hatin Nûrdaxî û Islahiyeyê, por û riyên welatiyan kur dikin. Berberan diyar kir ku dê xebatên wan ên li herêma erdhejê bidomin.    Berber Alî Amaç anî ziman ku nêzî mehekê ye hatine vir û got: "Em tu heqî nastînin. Hin mirov gava tu wan traş dikî, kêfa wan tê. Bi taybetî jî zarok. Ji niha û pê ve jî çi ji destê me bê em ê bikin."    Berber Mûstafa Îzcî jî diyar kir ku tevî hevalên xwe yên berber bi xebateke kolektîf hatine herêma erdhejê. Îzcî destnîşan kir ku xwestine kêliyekê be jî êşên gel sivik bikin û got ku xebatên wan dê ji niha û pê ve jî bidomin.    Berber Îbrahîm Halîl Dûrmaz jî bilêv kir ku bi kurkirina por û riyên welatiyan xwestine alîkariya mexdûrên erdhejê bikin û got ku çi ji dest wan bê dê bikin."    MA / Delal Akyuz - Firat Can Arslan