'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin' 2023-03-15 09:00:54 ÎZMÎR - Li Kadîfekaleyê ku Rahaşan Demîrelê bi bendena xwe agirê Newrozê lê hil kiribû, îsal dê Newroz di 19'ê Adarê de bê pîrozkirin. Endamê Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê Mahsûn Koç, diyar kir ku êdî dawiya desthilatê hatiye û divê hemû kesên aştîxwaza li qadên Newrozê bin.    Li Îzmîrê ku di salên 1990'î de li taxên kurdan agirê Newrozê hil bû, her çû veguherî pîrozbahiyên girseyî û li qadan hat pîrozkirin. Piştî ku Zekiye Alkan a li Îzmîrê dima, di sala 1991'ê de li Keleha Amedê û Rahşan Demîrelê jî di sala 1992'yan de li Kadîfekaleya navçeya Konakê bi bedenên xwe agirê Newrozê gur kirin, Newrozên Îzmîrê jî her çû veguherîn Newrozên girseyî.    Li Îzmîrê çendî Newroz ji salên 1980'yî ve bê pîrozkirin jî, lê cara ewilî di sala 1991'î de bi awayekî girseyî li taxan hat pîrozkirin. Ewilî li taxên Kadîfekale, Menemen û Asarlikê yên navçeya Konakê û navçeyên Karabaglar, Karşiyaka û Bûcayê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin. Lê Newroza 1992'yan, bû cihê guherîneke mezin. Piştî ku Rahşan Demîrelê li Kadîfekaleyê agir bi bedena xwe xist, êdî li Îzmîrê her sal Newroz bi girseyeke mezin hat pîrozkirin.    Îsal jî Newrozê dê bi heman ruhî û bi dirûşmeya "Her der Newroz, her dem azadî” di 19'ê Adarê de li Kadîfekaleyê bê pîrozkirin û ew agirê ku Rahşan Demîrelê bi bedena xwe hilkiribû bê gurkirin.    Newroza îsal dê bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” li 43 bajaran bê pîrozkirin. Li îzmîrê jî amadekariyên ji bo Newrozê didomin. Mîtînga Newrozê kuli gel pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, dê ji aliyê Alinterî, Halkevelerî, Kaldiraç û Partîzanê ve bê lidarxistin, dê di 19'ê Adarê saet di 13.00'an de li Qada Gundogdûyê bê lidarxistin. Beriya Newrozê HDP, dê li Gazîemîr, Karşiyaka, Foça, Alîaga û Bornovayê civînên gel çêbike. Ji xeynî vê saziyên di amadekariyên Newrozê de cih digirin jî, dê di 15'ê Adarê de li Bûca û Karşiyakayê û di 17'ê Adarê de jî li Kemeraltiya Konakê û Halkpinariyê belavokan belav bikin.    Endamê Komîteya Amadekar a Newroz a Îzmîrê Mahsûn Koç, têkildarî girîngiya Newroza Îzmîrê de axivî.   'DAWIYA AKP'Ê HAT'   Koç destnîşan kir ku Newroz ji bo HDP'ê, gelê kurd û gelên aştîxwaz gelekî girîng e û got: "Ferqa Newroza îsal ji ya Newrozên din  ev e: Dawiya desthilatê hat ku 20 sal in faşîzmê û bêhiqûîtiyê li ser serê gelan pêk tîne. Em hatin dawiya vê pergala sosret. Ev desthilat, 20 sal in ev welat kiriye dojeh. Êdî hiqûq û edalet nemaye. Li vê xakê êdî dê faşîzm têk bişikê û dê pergaleke ku hemû gel xwe tê de ewle hîs bikin û li ser esasê wekheviyê bê."   ‘EM Ê BI RUHÊ SEFERBERIYÊ LI QADAN BIN'   Koç bilêv kir ku Newroza îsal dê ji ber erdhejê bi awayekî dilşikestî pêşwazî bikin û ev tişt ragihandin: "Erdhejê ruyê desthilatê eşkere kir. Em hê ji derûniya erdhejê xelas nebûne. Lê em Newrozê jî pêşwazî dikin. Newrozên berê bi coşeke mezin, bi govendê û muzîkê dihatin pîrozkirin. Lê ji ber erdhejê me beşa govend û coşê betal kir. Ji aliyekî ve em ê wekî şînekê li dar bixin. Lê em ê behsa gelên xwe yên di bin kavilan de mane û polîtîkayên dewletê yên li hemberî gelan jî bikin. Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin."    BANGAWAZÎ   Koç destnîşan kir ku ji her wextî bêtir nêzî serkeftinê ne û got: "Dirûşmeya me 'her der Newroz her dem azadî' ye. Serkeftin dê ya HDP'ê, ya gelê kurd û ya gelên aştîxwaz be. Êdî ji ber pêkanînên desthilatê û şirîkê wê MHP, bêhna gel dernayê. Em ê di Newrozê de ji bo azadiya hemû gelan biqîrin. Em bang li gelên xwe yê aştîxwaz dikin ku di 19'ê Adarê saet di 13.00'an de li Qada Gundogdûyê bin."    MA / Tolga Guney