Xelkê Samandagê rê li kamyonên kavilan vala dikin girtin 2023-03-25 16:51:27       HATAY - Welatiyan li navçeya Samandagê bertek nîşan dan ku kavil nêzî konên wan tên valakirin û rêya kamyonên kavilan vala dikin girtin.    Li navçeya Samandagê ya Hatayê kavilên avahiyên di erdhejê de hilweşiyane dibin li qadên jîngehê val dikin. Welatiyên li taxa Yeşîlkoyê ya Samandagê di konan de dimînin li dijî valakirina kavilên li ber konên wan rê li kamyonên ku kavilan dibin vala dikin girtin. Mexdûrên erdhejê kur ê li kamyonan girtin, destûr nedan ku kamyon biçin û bên.    Derûnnas Mehmet Can di çalakiya rê girtinê de axivî û ewilî erdhejê niha jî ev toz û morana kavilan wan dikuje.    Welatiyek qîr kir û got: “Ji ber van kavilan sibêro wê penceşêr li tevahiya Samandagê bikeve. Çima hûn vê zilmê li me dikin.”    Welatî mil dan milê hev û rê girtin. Piştre Midûra Polîsan a Navçeya Samandagê Asûman Karacik hat cihê bûyerê û daxwaz kir ku rê neyê girtin.   Jinek extiyar ji midûra polîsan re got: “Divê ku emniyet ji me fêm bike. Hinek me bifikirin. Her cih bûye mij û moran. Em ji koronayê nemirin, em ê ji mîkrobiyê bimirin. Em ji erdhejê nemirin, em ê ji mîkrobê bimirin. Van deran qirêjî nekin, bes e.”    Şofêrekî kamyonê ajot ser çalakvanan. Çalakvanan bi awayek tund nerazîbûn nîşan da. Li ser çalakiya gel kamyon neçar man ji taxê vekişin.    Piştî çalakî bi dawî bû, dîsa kamyonan kavil valakirin heman deverê.