‘Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn yekane çavkaniya hêviyê ye’ 2023-03-31 13:48:44 STENBOL - Hevserokê MA TUHAY-DER’ê Şafî Erol banga beşdariya çalakiyên rojbûna Abdullah Ocalan kir û got: “Birêz Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn, yekane çavkaniya hêviyê ye.”    Di 4’ê Nîsanê de li gelek bajarên Kurdistanê, bajarên Tirkiyeyê û deverên cîhanê rojbûna 74’emîn a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê pîrozkirin. Di 4’ê Nîsanê de dê li gundê Abdullah Ocalan, Amarayê ya bi ser navçeya Xelefetiya Rihayê ve meş were lidarxistin.    Hevserokê Komeleya Piştevanî û Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MA TUHAY-DER) Mehmet Şafî Erol têkildarî şahî ango çalakiyên li Stenbolê axivî.    GIRÎNGIYA JI BO GELÊ KURD    Erol bal kişand ser girîngiya 4'ê Nîsanê ya ji bo gelê kurd û diyar kir ku bi têkoşîna azadiya gelê kurd a ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, mafên gelê kurd nas kiriye. Erol wiha axivî: “Hem têkoşîn û hem jî siyaset ji bo kurdan dest pê kir. Ji bo nasîna jinên kurd bû qonaxa destpêkê. Ji ber ku nirxê vê têkoşînê hat fêmkirin, 4’ê Nîsanê ji bo kurdan dest pê kir û wek rojek pîrozbahî ye.” Erol bi bîr xist ku di Newroza 2023’yan de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li rojevê da û got: "Birêz Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn yekane çavkaniya hêviyê ye.”   BANGA BEŞDARIYA ÇALAKIYAN    Erol anî ziman ku ew ê hin çalakiyan li dar bixin û di navbera 1-10’ê nîsanê de li gelek navçeyên Stenbolê çandina şaxan bikin, bi pêşengiya Dayikên Aştiyê dê gulan berdin ser behrê û di 4’ê Nîsanê de bi beşdariya saziyan daxuyanî bidin. Erol banga beşdariya çalakiyên 4’ê Nîsanê kir.