KFC û Pîzza Hutê hemû şaxên xwe yên li bakurê Kurdistanê girtin 2023-03-31 14:23:34 AMED - KFC û Pîzza Hut ên restoranê fast food hemû şaxên xwe yên li bakurê Kurdistanê girtin û 220 karkeran bêtezmînat ji kar derxistin.    Kentucky Fried Chicken (KFC) û Pîzza Hut ku navenda wan Amerîka ye û wek restoranê fast food li gelek devaran kar dikin, hemû şaxên xwe yên li bakurê Kurdistanê girtin. Bêyî ku mafên bi sedan karkeran bidin wan ev dikan hatin girtin. KFC û Pizza Hut hemû şaxên xwe yên li bajarên bakurê Kurdistanê; Êlih, Çewlig, Riha, Dîlok, Meletî û Amedê piştî erdhejê di dîrokên cuda de girtin û bêyî ku agahî bidin xebatkaran dikan hatine girtin.    KARKER JI BI ZORÊ JI KAR DERXISTINE    Hat diyarkirin ku 67 karkerên li 5 şaxên Amedê û bi giştî 220 karkerên li şaxên bajarên din beriya ku mûçeya qutbûnê û teblîxatê werbigirin bi zorê berê wan dane îstifakirinê û piştre jî şaxên KFC û Pîzza Hutê bê hincet hatine girtin. Li gorî îdîaya karkeran, ji bo mûçeya tezmînata qidemê negirin, beriya salekê temam bibe, karê wan hatiye betalkirin. Dema karkerên ku karê wan bi dawî bû ji wan re gotine "em ê we dîsa bigirin kar” lê hemû malzemeyên li şaxan hatine barkirin. Her wiha hat îdiakirin ku hin karker neçar mane ku di nava 2 mehan de piştî erdhejê peymana ku mafê xwe negirin îmze kirine.