Li girtîgehan di 3 mehan de 13 kesan jiyana xwe ji dest daye 2023-03-31 16:35:04   ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku di sê mehên ewil ên salê de li girtîgehan 6 jê biguman bi giştî 13 girtiyan jiyana xwe ji dest daye.    Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî mirinên li girtîgehan li navenda giştî ya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan Nûray Çevîrmen tev li civînê bûn.    Çevîrmen ewilî axivî û diyar kir ku li 399 girtîgehên vekirî û girtî 349 hezar û 893 girtî hene û ji serê sala 2023’yan vir ve 2 jê jin bi giştî 13 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Çevîrmen destnîşan kir ku 4 girtiyan ji ber nexweşînên li wan peyda bûne jiyana xwe ji dest dane û 4 girtî jî bi sîlehê hatine kuştin û 6 girtî jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.    ‘BAWERIYA ME BI ATK’Ê NEMAYE’   Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî wiha got: “Dûygû Koral bi awayek guman jiyana xwe ji dest daye. Girtîgeha Kandirayê girtîgehek cihê sûc e. Berê jî Garîbe Gezer li wir jiyana xwe ji dest da. Gotin, ‘întîhar kiriye’. Lê me xwe gihand dîmenên ku tundî li Garîbeyê hatiye kirin. Lê derbarê bûyerê de biryara neşopandinê hat dayîn. Gardiyan dibêjin ku Koral her tim êrişî gardiyanan kiriye. Gardiyanan gotiye, ‘me nikaribû deriyê Koral vekira. Derî ji hundir de qeflekirîbû’. Li tu girtîgehan tu deriyek ku ji paş ve bê radan nîne. Ev hemû agahiyên derew in. Di destên me de wêneyên biguman hene. Em li benda rapora otopsiye ne. Em ê heta awiyê vê bûyerê bişopînin. Dibêjin ku ku xwe daliqandiye lê nabêjin çawa xwe daliqandiye. Hûn dizanin, ATK saziyek dewletê ye. Lewma êdî baweriya me bi ATK’ê nemaye. Ji ber vê yekê em ê raporên serbixwe nîşanî saziyên serbixwe jî bidin. Em ê heta dawiyê vê dosyeyê bişopînin.”