Dr. Doran: Ger kavil daxilî nava avê bibin em ê nikaribin pêşî li nexweşînan bigirin 2023-04-01 09:01:26 HATAY - Dr. Berkant Doran diyar kir ku li Hatayê kavil li deverên şil û cihên ku kon lê ne tên valakirin û got: "Eger ev kavil daxilî nava avê bibin, em ê nikaribin pêşî li nexweşînan bigirin."   Li Hatayê ku di erdhejê de 5 hezar û 696 avahiyên wê hilweşiyan, xebatên rakirina kavilan didomin. Pispor, diyar dikin ku xebatên rakirina kavilan li dijî Rêziknameya Asbestê tên kirin. Her wiha cihê ku kavil lê tên valakirin jî vê yekê piştrast dike.    Dr. Berkant Doran diyar kir ku li Hatayê kavil li deverên şil û cihên ku kon lê ne tên valakirin û got: "Eger ev kavil daxilî nava avê bibin, em ê nikaribin pêşî li nexweşînan bigirin."   'DIVÊ HÊDÎKA BÊN RAKIRIN'   Doran anî ziman ku li bajêr zêdetirî 164 hezar avahiyên ku zirareke mezin dîtine wê bên hilweşandin û got ku di vî warî de pirsgirêka herî mezin "lez" e. Doran bilêv kir ku wekî ku di erdheja dawî ya Japonyayê de jî hatiye dîtin, xebatên rakirina kavilan lazim e bi salan bidome û wiha domand: "Ji ber ku em çi qasî vê yekê zûtir bikin, wê nexweşî ew qas belav bibin. Asbesta ji ber van kavilan dê bibin sedema pençeşêra pişikê û nexweşînên asbestozîs mezoteltomayê." Doran da zanîn ku divê berhemên wek sîlîka, metalên giran, reng û madeyên kîmyewî û PVC ji hev bên veqetandin û got: "Ji bo vê jî divê kavil gav bi gav bên rakirin."   TEVDÎR   Doran bilêv kir ku dema xebatên rakirina kavilan bên kirin teqez divê bên avdan û got ku lê ev yek li tu cihî nehatiye kirin. Doran destnîşan kir ku divê ji bo karmendan maskeyên FFP3 û cil û bergên yekcar hebin û wiha got: "Ji ber ku toza kavilan dibin sedema astim, alerjî û enfeksyonên çavan. Pirsgirêka sereke jî ew e ku nexweşiyên wekî pençeşêra pişikê dê di nav 5-10 salan de bibin sedema xetereyeke mezin."   Bir başka önemli konunun da enkazın döküldüğü alanlar olduğuna dikkati çeken Doran, molozların sulak alanlar ve çadırların olduğu alanlara döküldüğünü hatırlattı. Molozların sert bir zemine ve suya karışmayacak alanlara dökülmesi gerektiğini belirten Doran, "Bunun geri dönüşüm çalışmalarının da yavaş yavaş ayrıştırma yapılarak yapılması lazım. Şuan ki durumda öyle bir şey söz konusu değil. Atıldığında bu molozlar sulara karışırsa sonraki hastalıkları önlememiz mümkün değil. Akciğer hastalıklarının çoğunun spesifik tedavileri yok. Bunların daha çok septomatik tedavileri var. Ondan dolayı ilk önemli olan yavaş yavaş kaldırılmasıdır. Ayrıştırılarak korunması, halktan uzak temasın olmadığı yerlerde yapılması, sulama çalışmalarının muhakkak yapılmasıdır" diye konuştu.    Doran îşaret bi wê yekê jî kir ku mijareke din a girîng jî deverên ku kavil lê tên valakirin. Doran bibîr xist ku kavil li qadên avî û nêzî konan tên valakirin. Doran destnîşan kir ku divê kavil li ser zemîneke hişk ku tevlî avê nebin bên valakirin û got ku divê tiştên di nava kavilan de bên neqandin.    'DIVÊ HIKÛMET LI GOR RÊZIKNAMEYÊ TEVBIGERE'   Doran Rêziknameya Asbestê bibîr xist û got ku ji ber Rewşa Awarte ev rêzikname hatiye rawestandin. Doran bilêv kir ku ji ber vê sedemê îhale bi lez û bez hatine kirin û pêşkêşî alîgiran hatine kirin û got: "Mixabin, ev xebat ji ber vê yekê nayên kirin. Divê hikûmet û dewlet vê yekê bikin."   MA / Mujdat Can