Haleta kêrhatî ya AKP'ê: HUDA PAR 2023-04-01 10:17:27   AMED - Komkujiyên ku Hîzbullahê di salên 90'î de kirine, bi êrişên HUDA PAR'ê yên li ser çalakiyên civakî dewam kirin. Şahid Îmam got: "Hîzbullah ji aliyê dewletê ve wekî hêzeke mobîlîze li cihekî tê sekinandin. Wer xuya dike ku dê di vê hilbijartinê de îhaleya ewlehiya sindoqan bidin HUDA PAR'ê."    Em beşa dawî ya dosyeya Hîzbullahê ku ji şirîkên AKP'ê Partiya Hur Davayê (HUDA PAR) ji dûvika wê ya siyasî ye, bi pêvajoya kuştina serekê rêxistinê Huseyîn Velîoglû û di dema AKP'ê de wekî hêzeke paramîlîter çawa li Kurdistanê derket holê didomînin. Şaban Elaltûnterî, ajovanê Velîoglû, piştî ku bû îtirafkar tevî Abdulazîz Tûnç rêxistinê rûxand. Elaltûnterî, piştî ku li Stenbolê hat girtin, Berpirsê Herêma Behra Spî yê Hîzbûllahê Mehmet Emîn Ekîncî eşkere kir. Polîsan ku Ekîncî zevt kir, operasyona Beykozê li dar xistin û Velîoglû kuştin. Elantûnterî ku tevî kurê xwe ji aliyê Hîzbullahê ve hat kuştin, ji eşîra Yamaçê ya li Çewligê ye ku vê eşîrê gelek tetikkêşên navdar ji bo Hîzbullahê gihandine.    Malbatên ku bi paşnavê Elaltûntaş, Elaltûnterî, Alaltûnkara û Boru yên ji vê eşîrê, li Çewligê di warê rêxistinkirina Hîzbullahê de roleke gelekî mezin lîstin. Ji van paşnavan Boru, herî dawî di dema serîhildana Kobanê de careke din bû rojev ku wê demê dewletê cardin berê HUDA PAR'ê da qadan.    'BORU'YÎ   Haci Bayancûk malbata Boruyê ku di salên 1990'î de ji navçeya Darahênê ya Çewligê hatiye Amedê û endameke eşîra Yamaçê ye, daxilî nava Hîzbullahê kir. Haci Bayancûkê ku bi eslê xwe ji Çewligê ye, di sala 1992'yan ku wê demê êrişên li hemberî sempatîzanên PKK'ê û welatparêzan zêde bûn, berpirsê milê leşkerî yê Hîzbullahê bû. Di heman demê de bavê Halîs Bayancûk e ku wekî Ebû Hanzala tê naskirin û paşê wekî berpirsê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê hat darizandin. Haci Bayancûk, di ser Şevket Boru re ku di nava eşîra Yamaçê de yekî berbiçav e, eşîrê bi rêxistin kir. Şevket Boru, ji bo pêgirtîbûna xwe ya bi serekê Hîzbullahê re bide der, paşê paşnavê xwe Boru wekî Velîoglû guherand.    MALBATEKE KU JI TETIKKÊŞAN XALÎ NABE   Helbet tekane kesê ku zemîn ji bo bidawîkirina Hîzbullahê amade kir ne Şaban Elantûnterî tenê bû ku Boru ew ji eşîra Yamaşê daxilî nava Hîzbullahê kiribû. Di nava van de Mûhîttîn Elaltûnkara jî heye. Mûhîttîn Elaltûnkara ku li DGM'a Amedê hat darizandin, wê demê gava xwendekarên keç ji dibistanê derdiketin, kî ji wan bi kurikan re biaxiviya an kezab diavêt ser çavên wan an jî cilêt diavêt nigên wan. Mûhîttîn Elaltûnterî şefê "Tîma Kezabê" bû. Lê vî kesî çalakiyên xwe yên sereke di 1992-1993'yan de bi kuştina sempatîzanên PKK'ê û welatparêzan pêk anîn.    Ê ku êrişa El Qaîdeyê ya li hemberî Neve Şalon kir jî, ji heman eşîrê Gokhan Elaltûntaş bû. Ji tetikkêşên herî berbiçav ên Hîzbullahê, Ramazan Elaltûntaş, pismamê Gokhan Elaltûntaş, bû. Ramazan Elaltûntaş jî di navbera 1991-94'an de li Amedê hat darizandin û hukum xwar. Elaltûntaş, bi kuştina 60 kesî hat darizandin. Tetikkêşê berbiçav ê din ê malbata Elaltûntaşê jî, Giyasetîn Elaltûntaş, pismamê Gokhan Elaltûntaş, bû. Giyasettîn Elaltûntaş jî ji ber ku li Amed û Çewligê mirov kuştina hukum xwar.    ÇALAKIYÊN KOBANÊ Û HUDA PAR   Eşîra Yamaçê ku piranîya êrişên di 1991 û 1994'an de yên li hemberî welatparêzan ên Hîzbûllahê birêxistin kir û ji bo wê tetikkêş gihandin, herî dawî di çalakiyên Kobanê de bi kuştina Yasîn Boru bû rojev. Di sala 2014'an de ku li DAIŞ'ê bi awayekî dijwar êriş biribûn ser Kobanê, li tevahiya bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên protetsokirinê dest pê kirin. Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di dema êrişên DAIŞ'ê yên li hemberî KObanê de got, "Kobanê ha dikeve ha dikeve." Piştî vê çalakî berbelav bûn. Bi vê re dûvika siyasî ya Hîzbullahê HUDA PAR ber bi qadê ve hat birêkirin. Li bajarên wekî Amed, Êlih û Wanê li hemberî çalakvanan êrişên bi çek, kevir û daran pêk hatin. Di van êrişan de bi dehan kes hatin qetilkirin. Lêpirsînn der barê van mirinan de di refikên edliyeyan de sekinandî ne, lê dosyeya Boru ji bo Hîzbûllah-HUDA PAR'ê bû kampanyaya "bêgunehî"yê û hikûmetê jî ev yek ji bo girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û cezakirina siyasetmedaran ji xwe re kir hinceteke mezin.    Ji kesên ku bi kuştina Boru tên sûcdarkirina yek jê jî Mazlûm Îçlî ye ku wê demê 14 salî bû û cezayê muebeda girankirî lê hatiye birîn. Lê belê bi dîmenan derket holê ku Îçlî roja bûyerê bi komeke muzîkê re li daweteke ku 140 kîlometre dûrî cihê bûyerê bûye. Lê hê jî Îçlî di girtîgehê d eye. Êrişên HUDA PAR'ê piştî serhildana Kobanê jî dewam kirin. Li Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, bi çekan êrişî welatparêzan kirin. Her wiha bûyera kuştina Boru ji bo AKP û HUDA PAR'ê bû kampanyaya hilbijartinê û di êrişên li hemberî siyaseta kurd de gelekî hat bikaranîn.    Şahid Îmam ku di beşa ewil a dosyeyê de behsa çalakiyên ewil ên Hîzbûllahê û têkiliya wê ya bi rêxistinên din re kir, di beşa dawî de jî behsa têkiliya di navbera Hîzbûllah-HUDA PAR, AKP-HUDA PAR û pêvajoya çalakiyên Kobanê kir.    ‘LÎDERAN HATIN KUŞTIN Û ANGAJEYÎ DEWLETÊ HATIN KIRIN’     Şahid Îmam anî ziman ku bi tasfiyekirina rêxistinên siyasî yên li Kurdistanê û qetilkirina Velîoglû re dewlet armanc dike ku kadroyên ku perwerde kirine bigihîne asta lîdertiyê. Şahît Îmam ev rewş weke "plana dewletê ya ji bo kontrolkirina rêxistinan" bi nav kir û got: "Li dijî Velîoglû operasyon tê kirin û tê kuştin. Hîzbullah lîderê Menzîlê Fîdan Göngûr direvîne û dikuje û Mele Mensûr tê şûna û ji nexweşînê dimire. Zekeriya Ay ku li şûna wî li Stenbolê ye, Serokê Med Zehrayê Îzzettîn Yildirim jî ji aliyê Hîzbullahê ve tê revandin û kuştin. Têkiliya van bûyeran heye, piraniya rêveberiya PKK'ê jixwe li derve ye. Dibe ku hinek kesên ku ji binî ve birin ser milê xwe, hatin asteke ku dikaribin bibin lîder. Van kadroyên pêşî îmha kirin û ketin nav wan. Dewlet bi kesayeta Huseyîn Velîoglû dizane. Têkiliyên bi Îran, Sûriye û saziyên din ên îstîxbaratê yên li Rojhilata Navîn re heye, dizane ku baş e, Velîoglû tasfiye dike, ji ber ku dizane dibe ku ji aliyê îstîxbarata Îsraîlê ve were bikaranîn. Edîp Gumuş ê ku di operasyona Beykozê de bi Velîoglu re bû û Cemal xilas bûn. Bifikirin ku di vilayekê de li dijî 3 kesan operasyon tê kirin, bi hezaran gule tên avêtin û lîderê we tê kuştin û hûn nayên kuştin û teslîm dibin. Demekê di girtîgehê de dimîne û piştî demekê tê berdan û destûr tê dayîn ku tu biçî derve. Li gorî me, ew kadroyek e ku bi tevahî bi dewletê re têkildar e. Ev ketina nav Med Zehrayê jî îhtîmal e, dibe ku wan kiribe."    ‘ÎNKARKIRINA RASTIYAN’     Şehîd Îmam bi bîr xist ku rêvebirên Mustazaf Dera ku hat girtin û paşê hat vekirin û hin kadroyên HUDA PAR’ê di doza Hîzbûllahê de hatin darizandin, girtin û cezakirin û wiha got: “Înkarkirina vê pêwendiyê înkarkirina rastiyê ye. Mîna înkarkirina rojê ye. HUDA PAR xwedî baskê çekdarî ye yan jî Hîzbûllah bi xwe ye. Xwe niha kiriye baskek siyasî ya legal e. Her çend em vê yekê nizanin jî, em di wê baweriyê de ne ku ev rêxistin bi awayekî neqanûnî hatiye çêkirin. Bi gotineke din, di bin kontrola nerêxistina neqanûnî de rêxistinek qanûnî heye."    ‘BI SER ÇALAKIYÊN KOBANÊ RE TÊKILIYA XWE GIHANDIN HEV’    Şehid Îmam da zanîn ku HUDA PAR ji roja ku hatiye avakirin û heta niha helwesta wê tim alîgiriya AKP’ê bûye.    Şahid Îmam destnîşan kir ku têkiliya dewlet-Hîzbûllah, HUDA PAR-AKP û Hîzbullah-HUDA PAR’ê di dema serhildanên Kobanê de gihîştiye lûtkeyê û wiha got: "Tê zanîn ku Hîzbûllah bi rêya hin malbatên ku ji Çewligê hatine Amedê bi cih bûne, têkiliyên kûr didomîne. Ez ji biçûkatiya xwe ve Şaban Elaltuneterî nas dikim.  Min ew ji dil nas dikir. Navê wî yê kod Orgeneral bû û jê re digotin Orgeneral Şaban. Ji ber agahiya ku derbarê Velîoglû de dabû, li Esenlera Stenbolê bi kurê xwe re ji aliyê Hîzbullahê ve hat qetilkirin. Têkilî bi taybetî li Çewligê li ser xetekê dimeşin."     Şahid Îmam diyar kir Yasîn Boru û hevalên wî yên ji heman eşîrê ne tê gotin dema "belavkirina goştê qurbanê" belav kirine hatine kuştin, tiştekî wiha tune ye bi temamî tiştek çêkirî ye û dibêje bûyer bi şevê qewimî ye. Şahid Îmam diyar kir ku HUDA PAR û komeleyên girêdayî wê di nav rêxistinek ku dixwazin her kes bibîne de bi roj ji bo reklamê "xebatên xêrxwaziyê" dikin. Şahid Îmam derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: “Mijara belavkirina goşt mijareke bi temamî çêkirî ye. Wan rojan cejna qurbanê bû. Tiştekî bi navê goştê qurbanê belav bikin, tune bû. Xwestin meseleyê li hev bînin. Şahid jî vê yekê dizanin. Hevalên min ên pir nêzîk ên ku ji bajarekî din hatibûn û wê rojê derbasî Amedê dibûn, dema di nava bajêr de dimeşiyan, ji aliyê çekdarên Hîzbûllahê ve bi kontrolkirina nasnameyê re rûbirû dimîne. Ji ber vê yekê bajar bi awayekî wê rojê radestî wan hat kirin. Bêguman, ew radestkirina dewletê ye. Wekî din, hêza wan tune ku bajêr bi dest bixin. Atmosfera ku Boru tê de hat kuştin wisa bû. Helbet yê ku ku sûcan bikin dizanin ji xwe re rêyek bibînin. Saziyên wek Hîzbûllah û HUDA PAR’ê goşt belav dikin şevê hilnabijêrin. Ji bo reklamê di ronahiya rojê de reklamê dikin."   ‘DIXWAZIN WEK ALTERNATÎF BIKAR BÎNIN’    Şahid Îmam destnîşan kir ku têkiliya di navbera HUDA PAR û AKP'ê de "xala zivirînê ye" û got ku Hîzbûllaha ku xwedî dîroka nêzî 40 salî ye û HUDA PAR’a ku ji bo temsîliyeta wê hatiye avakirin li Kurdistanê pirsgirêka wê ya meşrûiyetê heye. Îmam diyar kir ku ev tifaqa hilbijartinê ji bo Hîzbûllah û HUDA PAR’ê rewa bi dest bixe û wiha got: "Organên serdest ên dewletê Hîzbûllah wek amûreke bikêrhatî ya ku divê qet neyê meşrûkirin dîtin. MHP’ê jî destûr da. Nîşan da ku organên sereke yên dewletê dixwazin HUDA PAR’ê bînin ku qet sûcek nekiribe. Di sîyaseta Kurdistanê de plan dike ku wek qertek alternatîf nîşan bide.     ‘SINDOQ WÊ HEWALEYÎ HUDA PARÊ BÊN KIRIN’   Herî zêde dengên ku HUDA PAR’ê bi dest bixe 150 hezar e, hewcedariya AKP’ê bi van dengan tune ye û mijara sereke ew e ku Hîzbûllahê bi rêya HUDA PAR’ê di hilbijartinan da hêzên xwe seferber bike. Hêza wan a çekdar heye ku di her kêliyê de dikare seferber bibe. AKP bi vê yekê dizane. Di vê hilbijartinê de tê dîtin ku ew ê aliyê nefermî yê ewlehiya sindoqan, aliyê milîtarîst sewqî HUDA PAR’ê bikin. Ew xeterek potansiyelek cidî ye. Dewletê jî qada meşrûiyetê ji wan re vekir. Bi gotineke din ev têkilî derbasî pêvajoyeke cuda bûye."     'DIBE KU BÛYERÊN PROVOKATÎF BIKIN’    Şahid Îmam destnîşan kir ku Tifaqa Cumhur wek "Îtifaqa faşîst" e û got ku her kes xwedî nêrîneke xurt e ku ev tifaq dê hemû îmkanan seferber bike û divê bandora tifaqa AKP-HUDA PAR’ê û hêzên çekdar ên Hîzbûllahê ya li ser sindoqan kes kêm nebîne. Şahid Îmam got: "Divê ev yek sivik neyê dîtin, divê em vê yekê ciddî bibînin. Her ku em nêzî hilbijartinê dibin, dibe ku hin kiryarên provokatîf (hêvîdarim neyên kirin) û kuştinên qirêj derkevin holê. Dibe ku di dema pêş de ev bên eşkerekirin. Ev hilbijartin bi taybetî ji bo kurdan xaleke werçerxanê ye. Ev xala zivirînê ye. Ji bo siyasetê bikin yan nekin, ev hilbijartineke cidî ye. Dema em dernexistina namzetiya HDP'ê dinirxînin, bi mantiqeke sade dibe ku em zehmetî bikişînin. Lê em bi metirsiyeke wisa re rû bi rû dimînin ku eger tifaqa cumhur bi ser bikeve wê bibe pêvajoyeke din."     Şahid Îmam destnîşan kir ku tifaqa AKP û Hîzbûllahê du alî ye û yek ji wan têkiliya Hîzbûllahê û hêzên çekdar û milîtarîst ên dewletê ye û ya din jî lingê siyasî ya qanûnî ya ku di nav HUDA PAR’ê de ye. Şahid Îmam destnîşan kir ku ev yek tîna bîra wan ku ev pêşketina navbera wan di ser pêvajoya berxwedana Kobanê de li pêş ketiye.    Şahid Îmam axaftina xwe bi dawî kir: "Li Amedê gel daket kolanan. Lê baregeha Hîzbûllahê seferber û amade kir. Bi hêzên xwe yên çekdar li dijî van bûyeran terorê belav kir. Ji vê yekê em dikarin vê yekê derxînin: Hîzbullah wek hêzeke seferberî hatiye birêvebirin. Ji aliyê dewletê ve li cihekî tê rairtin, kengî bixwaze û hewce bike dikare wê derxin qadan. Piştî bûyerên Kobanê krediya HUDA PAR’ê bi dewlet û îktidarê re qat bi qat zêde bû. Ji wê rojê û vir ve girtina HDP'ê û darizandina Selahattîn Demîrtaş û gelek endamên MYK'ê li ser vê bûyerê pêk hat ango dewletê bi kevirekî 2 çûk qetil kir, pêşî li berteka rewa ya girseya wê rojê bi terorkirina girseyê êriş kir û bi awayekî cidî xwest girseyê bitirsîne. Ya duduyan jî li ser vê bûyerê bi terorkirina siyaseta kurd gelek ceribandinan kir, em hemû jî dizanin ku di hilbijartinê de dê pêvajoyeke xeternak derkeve holê, îhtîmaleke mezin ew e ku kiryarên wiha mîlîtarîst ji aliyê wan ve bên kirin.”   Qediya…