Bîlançoya şer a meha adarê: 53 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn 2023-04-01 11:15:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku bîlançoya şerê meha adarê aşkere kir, diyar kir ku dewleta tirk 72 caran bi balafirên şer, 1357 bi helîkopterên êrîşê, obus, hawan, tank û çekên giran û 53 caran jî bi topên fosforê, bombeyên qedexe û çekên kîmyewî êriş kiriye.   Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şerê meha adarê eşkere kir. HPG'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku tevî hêzên wan ên parastinê di pozîsyona bêçalakîtiyê de ne jî, desthilata AKP’ê û MHP’ê li dijî bakurê Kurdistanê êrîş û operasyonên xwe yên leşkerî bê navber didomîne û da zanîn ku bi taybetî li Dêrsim, Besta, Mêrdîn, Cûdî û Colemêrgê li gelek cihan gelek çalakî hatine lidarxistin, li dijî hêzên wan êrîş pêk hatine, li hin cihan jî endamên wan jiyana xwe ji dest dane. HPG'ê diyar kir ku artêşa tirk li dijî herêmên ku lê dimînin her roj bi hêzên xwe yên hewayî û bejayî ve êriş dike.    HPG'ê destnîşan kir ku qasî ku hêzên wan karîne di nava mehekê de tespît bikin; dewleta tirk herêmên ku ew lê dimînin 72 caran bi balafirên şer, 1357 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, hawan, tank û çekên giran bombe kiriye û çeperên wan jî 53 caran bi topên fosforê, bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatine bombekirin.