Li Yalovayê gelek zerf ji derve anîn dibistanê 2023-05-28 10:56:01 YALOVA - Li Yalovayê hat tespîtkirin ku zerfên qatkirî ji derve anîne û têkildarî vê girtek hatiye girtin.    Dengdayîna ji bo tûra duyemîn a namzetên hilbijartina serokkomariyê berdewam dike. Li Dibistana Seretayî ya Hudaverdî Aydin a li navçeya Çinarcika Yalovayê hat tespîtkirin ku zerfên qatkirî anîne dibistanê. Ev bêrêbazî li sindoqa jimara 1033’yan qewimî û têkildarî vê bêrêbaziyê girtek hat girtin. Hat zanîn ku ew zerfên qatkirî ji derve anîne dibistanê.