Emîne Şenyaşar dengê xwe da: Dê guherîn çêbibe 2023-05-28 10:56:33 RIHA - Emîne Şenyaşar dengê xwe da û ev bang kir: “Dê guherîn çêbibe. Xwedî li dengên xwe derkevin.”    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û du zarokên dayika Emîne Şenyaşar ji hêla xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû dengê xwe da. Malbatê dengê xwe li Dibistana Amadehî ya Keçan a Anadoluyê ya Fethî Şîmşek a li Taxa Demokrasiyê ya Pirsûsê dengê xwe da.    Emîne Şenyaşar piştî dengdayînê axaftineke kurt kir û wiha got: “Xwedî li dengên xwe derkevin. Em ji vê pêvajoya giran derkevin. Bi izna Xwedê dê guherîn çêbibe.”    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar jî wiha got: “Ji bo pêşerojeke demokratîk û ronî, me dengê xwe ji bo edalet û aştiyê da. Banga me ji bo gelê me ev e; her kes bila biçe ser sindoqê. Dengê xwe bidin û xwedî li vîna xwe derkevin.”