Li Mêrdînê polîs ji bo AKP’ê muşahîdan kom dikin: Bi komî ray tên bikaranîn 2023-05-28 11:23:49 MÊRDÎN - Li Mêrdînê li hin dibistanan parêzer ji derdora sinoq û dibistanan hatin dûrkirin. Polîs ji bo AKP’e muşahîdan kom dikin. Li hin sindoqan jî rayên bi komî tên bikaranîn.     Li Mêrdînê dengdayîna ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi binpêkirinan dest pê kir. Li navçeyên Artûklû, Rişmil, Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê polîs li ser sindoqan digerin û ji bo AKP’ê muşahîdan kom dikin. Hat zanîn ku li ser sindoqên ku muşahîdên AKP’ê tune ne, muşahîdan ji derve anîn. Di hewşên dibistanan de jî maşîneyên zirxî tên sekinandin.    PARÊZER JI DIBISTANAN HATIN DÛRKIRIN    Hat zanîn ku li navçeyên Mêrdînê ferman hatiye dayîn ku parêzer ji derdorên sindoqan û dibistanan bên dûrkirin. Li hin dibistanan di navbera parêzer û polîsan de rageşî qewimîn. Li navçeyên Rişmil û Nisêbînê parêzeran nerazîbûn nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku ew ê destûr nedin bêhiqûqiyê.    RÊVEBERÊN AKP’Ê GEF LI WEZÎFEDARAN XWAR    Li Dibistana Navîn a Sakaryayê ya li navçeya Rişmilê parêzeran negirtin hundirê dibistanê. Şaredarê AKP’yî û Serokê Navçeya AKP’ê li sindoqan digerin û hat ragihandin ku gefan li wezîfedarên sindoqan dixwin.    RAYÊN KOMÛ BIKAR ANÎN    Hat diyarkirin ku li sindoqên jimara wan 1025, 1026 û 1027’an ên li Dibistana Navîn a Şîrînevlera Rişmilê bi komî ray hatine bikaranîn. Wezîfedarê sindoqê yê CHP’yî îtîrazî rewşê kir û serokê sindoqê gef li endamê CHP’yî xwar.