Prz. Ekîncî: Biryara Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê siyasî ye 2023-05-28 11:32:59   ENQERE - Parêzer Sertaç Ekîncî yê lawê Yûsûf Ekîncî yê hate qetilkirin diyar kir ku beraetkirina bersûcên Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê biryareke siyasî ye û wiha got: “Em têkildarî pêşeroj û demokrasiya Tirkiyeyê weke biryareke xemgîn dinirxînin.”   Lêpirsîna ewil a Doza JİTEM’ê ya Enqereyê ku derbarê kuştina Midurê Nifûsê yê Altindag a Enqereyê Abdulmecît Baskin jî di nav de 19 kesên ku di navbera salên 1993-1996’an de li Enqere û bajarên derdorê hatibûn kuştin, di sala 2011’an de hate destpêkirin. Darizandina di 26’ê sibata 2013’an de dest pê kir, di 13’ê kanûna 2019’an de Wezîrê Karê Hundir ê berê Mehmet Agar di nav de bi beraetkirina 19 bersûcan encam bû.   BIRYARA BERAETA EWIL HATE XERAKIRIN   1’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê li ser îtîrazên îstînafê di 5’ê nîsana 2021’an de hukmê beraetê xera kir û dosya paş ve şande dadgeha herêmî. Bersûcên wek Wezîrê Karên Navxweyî Mehmet Agar, Serokê Daîreya Tîmên Taybet Îbrahîm Şahîn, Korkût Eken, Ayhan Çarkin, Ayhan Akça, Ziya Bandirmalioglû, Ercan Ersoy, Ahmet Demîrel, Ayhan Ozkan, Seyfettin Lap, Enver Ûlû, Ûgûr Şahîn, Alper Tekdemîr, Yûsûf Yuksel, Abbas Semîh Suerî, Lokman Kulunk, Mahmût Yildirim, Nûrettîn Guven, Muhsin Korman ji sûcê “Di çarçoveya sûcên çekdarî de kuştina mirovan” di 15’ê cotmeha 2021’an de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ji nû ve hatin darizandin.    PÊVAJOYEKE BÊYÎ BERSÛCAN DERBAS BÛ   Di 11 salên ku doz hate lidarxistin de 41 dadger û 16 dozger hatin guhertin. Di doza ku tevî bi dehan delîl û şahidan bersûc neanîn eywana danişînê de dozger weke parêzerê bersûcan tevgeriya û ji bo hemû bersûcan xwest ku bêyî tevli danişînê bibin doz were lidarxistin û daxwaza wî hate qebûlkirin. Di danişîna 7’emîn a di 26’ê gulanê de hate dîtin û kursiyên bersûcan vala bûn de derbarê hemû bersûcan de biryara beraetê hate dayîn.     Ji parêzerên dozê Sertaç Ekîncî ku bavê wî Yûsûf Ekîncî jî di nav de kesên hatin qetilkirin biryara beraetê û pêvajoya darizandinê nirxand.    PÊVAJOYA DARIZANDINÊ YA 30 SALAN   Ekîncî, diyar ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê berdewam dikin berpirsyartiya siyasî ya dewletê heye û wiha got: “Di tu dozan de darizandineke rast û dirûst nehate kirin û gelek caran di encama darizandinê de biryarên beraetê hatin dayîn. 9 sal in lêpirsîna vê û 12 sa lin pêvajoya darazê berdewam dike. Heke em pêvajoya dadgeha herêmî jî têxin nav pêvajoya darazê 30 sal in berdewam dike û di dawiya vê pêvajoyê de biryara beraetê ya hatiye dayîn heye. Bi taybetî di nava 10-11 salên dawî de, tevî ku delîlên ku di nava 10-11 salên dawî de me karîbûn xwe bigihînin wan bên nirxandin jî, gumaneke hiqûqî nîne ku gumanên cidî, maqûl û xurt der heqê bersûcan de çêbûne. Dema ku rewş ev be neçûyîna ser van delîlan encax weke ku di mutalaaya weke dozgeriyê de li ser hin delîlan hate sekinandin û biryara beraetê hate dayîn, ev yek ne biryareke hiqûqî ye.”   ‘DEMA BORÎ NIKARE WERE SEPANDIN’   Ekîncî, ku biryara beraetê ya hatiye dayîn weke “biryareke siyasî” nirxand wiha berdewam kir: “Ev helwesta siyasî gelemperî di cînayetên kiryarên nediyar ên li Tirkiyeyê de mirov rast tê. Ji ber wê tişteke em matmayî man nîne. Lê em têkildarî pêşeroj û demokrasiya Tirkiyeyê weke biryareke xemgîn dinirxînin.” Ekîncî, bi bîr xist ku di sûcên li dijî mirovahiyê de demborî nikare bê sepandin û wiha pê de çû: “Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hene. Li Tirkiyeyê her çiqas di salên 2010’an de li TCK’ê hatibe zêdekirin jî ev yek dikare di tîpên sûc ên li dijî mirovahiyê jî bên sepandin.”    DAXWAZ CIDÎ NEHATE GIRTIN    Ekîncî, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê divê biryarên DMME’yê ber çavan bên girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de guman nîne. Daxwaza me jî di vî warî de bû. Her çiqas dozgeriyê îdianame ji sûcên kuştina mirovan, kuştina mirovan a hesan tanzîm kiribe jî me xwest ku ev sûc tev li sûcên li dijî mirovahiyê bên kirin û îdianame were berfirehkirin. Lê dadgehê ev cidî negirt.”   BANG LI MALBATAN KIR   Ekîncî, destnîşan kir ku bi hezaran cînayetên di salên 90’an de li Tirkiyeyê hatine kirin rastî lêpirsîn û darizandinê nehatine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dibe ku yên ev cînayet kirine jî di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de bên darizandin. Bi taybetî divê xizmên mirovên di salên 90'î de bûne qurbanê cînayetên bêhejmar, bikevin nava tevgerê.”   MA / Enes Beyaz