Li baxçeyê dibistaneke Cizîrê wesayîta bêplaka hate dîtin! 2023-05-28 12:07:04   ŞIRNEX - Li baxçeyeke dibistana amadehî ya Cizîrê wesayîteke bêplaka hate dîtin. Piştî îtîraza endamên Partiya Çepên Kesk, wesayît ji baxçeyê dibistanê hate derxistin.    Li baxçeyê Dibistana Amadehî ya Cizîrê wesayîteke bêplaka hate tespîtkirin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Uysal û rêveberên HDP’ê yên navçeyê îtîraz kirin. Li ser vê yekê polîsan got “wesayîta peywirdaran e” û wesayît ji baxçeyê dibistanê dernexistin. Piştî ku rewş bi Baroya Şirnexê re hat parvekirin, parêzer çûn dibistanê, bi amirên polîsan re hevdîtin kirin û jê re gotin ku heke wesayît ji baxçeyê dibistanê neyê derxistin dê girtekê bigirin. Li ser vê yekê wesayît ji baxçeyê dibistanê hate derxistin.    Nehat zanîn bê ka wesayîta bêplaka bi ku de hate birin. Rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk di mijara wesayîtên bêplaka de welatî hişyar kirin û jê xwestin ku di rewşên wiha de berpirsyarên dibistanan agahdar bikin.