Sancar: Bila herkes biçe ser sindoqan 2023-05-28 12:23:55   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar piştî dengê xwe da ev bang kir: “Bila herkes biçe ser sindoqan ji ber ev ne tenê hilbijartina Serokkomariyê ye. Em ji bo pêşeroja Tirkiyeyê deng didin.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, li Dibistana Seretayî ya Ayten Şaban Dîrî ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê bi hevjîna xwe Ceren Sancar re dengê xwe da. Sancar piştî dengê xwe da li baxçeyê dibistanê axivî.    ‘EM JI BO PÊŞEROJA TIRKIYEYÊ DENG DIDIN’    Sancar, bal kişand ku divê teqez biçin ser sindoqan û wiha got: “Bila herkes biçe ser sindoqan, teqez dengên xwe bidin ji ber ku ev tenê ne hilbijartina Serokkomariyê ye. Em ji bo pêşeroja Tirkiyeyê deng didin. Ez bawer dikim ku wê bibe wesîleya pêşerojeke azad. Dengdayîn tê re nake. Parastina dengê xwe herî kêm weke dayîna deng girîng e. Em li bendê ne ku hilbijêr jî weke peywîrdarên sindoqan tevbigerin. Divê hilbijêr ji bo parastina deng û vîna xwe heta dawiyê peywîra xwe bi cih bînin. Em ê sibê ji rojeke din re çavên xwe vekin. Em ê di rêya ji destpêkeke nû re tê vekirin de bi hev re bimeşin.”