Îmamoglû: Gelek tiştên em li hev helal bikin hene 2023-05-28 12:26:26 STENBOL - Ekrem Îmamoglû li Stenbolê dengê xwe da û wiha got: “Gelek tiştên em li hev helal bikin hene. Em ê piştî sibe biaxivin. Ez ê dev ji şopandina van bernedim.”    Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ji bo di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de dengê xwe bide, li gel hevjîna xwe Dîlek Îmamoglû hate Dibistana Amadehî ya Keçan a Anadoluyê ya Îmam Hatîbê ya Beylîkduzuyê û dengê xwe da.    Piştî dengdayînê jî Îmamoglû li baxçeyê dibistanê daxuyaniyek da û wiha got: “Hêvîdarim îro ji bo demokrasiya dewleta me rojeke bêpirsgirêk be. Spasiya peywirdarên sindoqê dikim û ji wan re serkeftinê dixwazim. Ji kerema xwe bila hêzên emniyetê jî peywira xwe bi awayekî herî baş bi cih bînin. Mixabin beriya hilbijartinê zimanê me dixwest nehat bikaranîn. Hêvîdarim ji ber vî zimanî mirov li hev helal bikin. Em rastî gelek bêbextiyan hatin. Gelek mijarên em li hev helal bikin hene. Em ê piştî sibe biaxivin. Ez ê dev ji van bernedim. Kêliyên hilbijartinê binirxin, heta ku bi awayekî adilane biencam dibin jî em ê rêz bo bigirin. Li hemû navçeyên Stenbolê şaredarên me, serokên me yên navçeyan hilbijrtinê dişopînin. Bi hêviya ku bêpirsgirêk bi dawî bibe. Ez li Enqereyê li navenda giştî encaman bişopînim.”