AKP’iyan ji keya û cerdevanan re got: Wêneyên dengên xwe bikişînin û bişînin 2023-05-28 13:23:50 ŞIRNEX - Rêveberên AKP’ê yên navçeya Qilebanê li keya û cerdevanan geriyan û jê re wiha gotin: “Dema we dengê xwe da wêneyê wê bikişînin û ji me re bişînin.”    Hat îdiakirin ku Serokê AKP’a Qileban a Şirnexê û hinek rêveberên wê li keya û cerdevanan geriyan û jê re gotin: “Dema hûn dengê xwe didin wêneyê wê bikişînin û ji me re bişînin.” Li gundê Mutluca yê Elkê jî cerdevanan dengên xwe vekirî dan û di navbera wan û peywirdarên CHP’î de rageşî derket.    BI SAETAN LI BENDA DENGDAYÎNÊ MA    Welatiyê astengdar Abdulmecît Kulter ji bo dengê xwe bide çû Dibistana Seretayî ya Hurriyetê ya li navenda Şirnexê. Lê ji ber ku tu kes jê re nebû alîkar, bi saetan li pêşiya dibistanê sekinî. Kulter, bi van gotinan bertek nîşan da: “Ev 20 sal in ez dengê xwe didim. Ma vêcarê bûne asteng?”