Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenûray nadin malbata wê 2023-06-06 11:41:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Serdozgeriyên Dêrsim û Meletiyê û ATK’a Stenbolê çend meh in malbata Tekmenuray mijûl dikin û cenazeyê keça wan Şehrîban Tekmenûray ku li goristana bêkesan a Meletiyê hatiye veşartin nadin wan.   Di 24’ê kanûna 2022’yan de li Dêrsimê di navbera leşker û endamên HPG’ê de şerekî dijwar derketibû. Di şer de endamên HPG’ê Zeynal Kuçuk (Şevger Semsûr) û Şehrîban Tekmenûray (Arjîn Sarya) jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyê wan biribûn morga Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Meletiyê. Piştî demekê bêyî ku agahî bidin malbata Tekmenûray, cenazeyê Tekmenûray û Kuçuk li goristana bêkesan a Meletiyê vedişêrin. Li gorî agahiya ku malbata Tekmenûray da; cenazeyê Kuçuk ji aliyê malbata wî ve hatiye tespîtkirin û bi amadebûna malbatê hatiye veşartin.   Berovajiyê malbata Kuçuk bi tu awayî agahî nedane malbata Tekmenûray a ji Şirnexê ku niha li Antalyayê dijî û cenazeyê keça wan jî di heman rojê de li cem cenazeyê Kuçuk tê veşartin. Piştî demekê ku cenazeyê keça wan tê veşartin ji Şaxa TEM’ê ya Antalyayê polis diçin mala wan û ji bo ku ji malbatê ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê bê girtin dibin nexweşxaneyê û xwînê digirin. Di meha adarê de piştî ku HPG şehadeta her du endamên xwe radigihîne malbata Tekmenûray pê dihese ku keça wan jiyana xwe ji dest daye û ji bo girtina cenazeye keça xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê dide.   BI HINCETA ERDHEJÊ CENAZE NADIN    Di serlêdana duyemîn de Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê malbata Tekmenûray arasteyî ATK’a Meletiyê dike. Dema ku malbata Tekmenûray diçe Meletiyê ATK erdhejê hincet nîşan dide û angaşt dike ku tu xizmetê nadin û malbatê aresteyî ATK’a Stenbolê dike. Li ser serlêdanê ATK’a Stenbolê ji malbata Tekmenûray re radigihîne ku mînaka xwînê ya TEM’a Antalyayê girtiye û cenazeye Tekmenûray hev digirin û malbatê arasteyî Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê dike. Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê, çend meh in bi hinceta ku karê wê yê erdhejê heye malbata Tekmenûray mijûl dike û cenazeyê keça wan radestî wan nake.   LI BENDA DOZGERIYÊ NE KU CENAZE BIGIRIN    Dayika Şehrîban Tekmenûray, Fatma Tekmenûray û apê wê Haci Tekmenûray der barê mijarê de ji rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen re axivîn. Ap Tekmenûray, diyar kir ku piştî ku pê hesiyane biraziya wî jiyana xwe ji dest daye serî li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê dane û wiha got: “Em ji vir arasteyî ATK’a Meletiyê kirin.  Li Meletiyê em çûn ATK’ê û rayedarek ji me re got, ‘Em di konan de dimînin tiştek li vir nîne. ATK çûye Stenbolê. Em nimreya midur bidin we pê re biaxivin’. Dema em li midur geriyan û jê re got ku cenazeyê me cenazeyê gerîlla ye, ji me re got ku ew li cenazeyê erdhejê dinêrin. Midur angaşt kir ku cenazeyek wiha di destê wan de nîne û got, ‘Divê Dêrsim ji me re nivîs binivisîne. Em wisa bersiv bidin’. Li ser serlêdanên me yên bi israr ATK’a Stenbolê qebûl kir ku testa DNA’ya derketiye û xwînê hev girtiye. Bi alîkariya malbateke semsûrî ku kurê wan bi biraziya min re jiyana xwe ji dest daye, me cihê biraziya min tespît kir û jê re gorek çêkir. Em li benda dozgeriya Semsûrê ne ku cenaze bide me.”   'DIXWAZIM CENAZEYÊ KEÇA MIN ZÛ BIDIN'    Dayik Tekmenuray jî destnîşan kir ku piştî ku bi rêya TEM’a Antalyayê mînaka xwînê ji wan hatiye wergirtin 2 meh şûn de agahiya şehadeta keça wê jê re hatiye û wiha got: “Bi rêya malbateke semsûrî me cihê ku keça min lê veşartine tespît kir û jê re gorek çêkir. Di cejnê de ez çûm ser gora wê. Malbata semsûrî dema ku cenazeye kurê xwe li morgê tespît kirine li cenazeyê keça min jî nêrîne û ew nas kirine. Dibêjin ku dema kurê wan veşartine cenazeyê keça min jî li cem kurê wan veşartine. Li ser vê agahiyê em dibêjin gora keça min e. Belê dibe ku ne yê wê be jî. Em li benda bersiva dozgeriya Semsûrê ne. Her car ji me re dibêje karê min heye û cenazeyê keça min nadin. Dixwazim cenazeyê keça min zû bidin û bibim li Cizîrê veşêrim.”