Rojnameger Şengalî: Şengal qels bibe dê Rojava jî qels bibe 2023-06-07 09:00:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Argeş Şengalî diyar kir ku êrişên li ser Mexmûr, Rojava û Şengalê di çarçoveya Peymana 9'ê Cotmehê de tên kirin û got: "Heke ku Mexmûr qels bibe, dê Şengal qels bibe, Şengal qels bibe vê carê jî dê Rojava qels bibe."    Di 9’ê Cotmehê de di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û hikumeta başûrê Kurdistanê de ji bo kontrolkirina Şengalê Peymanek hatibû îmzekirin. Peymana ku beyî vîna civaka êzidî hatibû îmzekirin bi tu awayî nehate qebûl kirin û civaka êzidî li dijî vê li ber xwe da. Civaka êzidî bi israr e ku rê nede peymanê. Lê belê Iraq û PDK’ê hemû derfetên xwe xistine dewreyê û bi polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê dixwazin peymana 9’ê Cotmehê pêk bînin. Bi girêdayî peymanê artêşa Iraqê li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê êrîşeke nû da destpêkirin û xwest ku wargehê dorpêç bike. Lê Mexmûriyan rê neda vê yekê û heta ku bi artêşa Iraqê paş ve gav da avêtin li ber xwe da. Rojnameger Argeş Şengalî der barê plan û êrişên li ser herêmê de axivî.    'PEYMAN HAT RED KIRIN'   Rojnameger Şengalî ku bal kişand ser Peymana 9'ê Cotmehê, anî ziman ku peymana 9'ê cotmehê li herêmê nagihije armanca xwe û wiha got: "Di Şengalê de hin rewşên cuda hene. Hewledanên provakasyonan didomin. Dixwazin ku li herêmê aloziyekê derxînin û civaka êzidî û misilmanan bînin li hemberî hev. Ev planên wan hemû girêdayî hev in û ji 9'ê cotmehê ne cuda ne. Bi îmzekirina peymana 9'ê cotmehê xwestin ji aliyê siyasî ve bi ser civaka êzidî de werin lê êzidî li dijî vê jî rabûn. Ev peyman ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate red kirin û gotin, 'Tişteke ku derveyî îradeya civaka êzidî nayê qebûlkirin' piştî ku nekarîn vê peymanê li vê derê bi cih bînin vê carê Artêşa Iraqê êrîşî civaka êzidî kir. Bi her awayî bi ser vê civakê de hatin, lê negihiştin armanca xwe. Ji ber ku ew jî dizanin ku tu bingeh û rastiya vê peymanê nebû."   'ÊRÎŞÊN LI SER MEXMÛR Û ROJAVA GIRÊDAYÎ PEYMANÊ NE'   Argeş Şengalî, da zanîn ku êrîşên li dijî Mexmûr û rojavayê Kurdistanê di çarçoveya Peymana 9’ê Cotmehê de ne û wiha domand: "Beriya niha li vir hewl dayinên hin provakasyonan hebûn. Bi van provakasyonan xwestin ku civaka êzidî weke civakeke ku dijmin e nişan bidin. Lêbelê ev planên wan li Şengalê derbas nebûn. Niha jî hikumeta başûrê Kurdistanê li ser Şengalê hin amadekariyan dikin. Planên wan ê li ser Şengalê hene û berdewam jî dikin. Nehatina Sûdan a Şengalê jî yek ji perçeyê vê planê ye. Di hevdîtina Sûdan a bi Mesut Barzanî re plan li ser Şengalê hatine kirin. Ev plane jî niha tên pêkanîn. Plana yekemîn deriyê sînor yê li ser Şengalê hate girtin. Xwestin nefesa gelê Rojava bigirin. Her wiha dorpêçkirina Mexmûrê jî ji vê planê cuda nayê bidestgirtin. Di encama van hevdîtinan de xwestin ku wargeha Mexmûrê dorpêç bikin. Bi girêdayî van planan êrîşî Şengalê dikin. Li gel dorpêçkirina Mexmûrê du caran Şengal jî hedef hat nişandan. Bi taybetî jî Xanesor û gundê girêdayî wê hatine hedef girtin. Berxwedana ku li Mexmûrê hatiye dayin artêşa Iraqê nêçar kir ku paş ve gavê biavêje. Ji sala 90'an ve ew gel li wir tevî hemû êrîşan jî li ber xwe da. Hikumeta Kurdistanê bi salane ambargo daniye li ser wargehê û nehişt ku heta erzaq jî ji wargehê re biçe. Ev êrîşe bi hevkariyekê, li ser xeta Mexmûr, Şengal û Rojava didomin. Bêgûman ev êrîşe hemû girêdayî peymana 9'ê cotmehê ne. Heke ku Mexmûr qels bibe, Şengal qels dibe, Şengal qels bibe vê carê jî dê Rojava qels bibe. Ji ber ku ev herêm di bin siwana netewa demokratîk xwe bi rê ve dibin. Ji ber ku ev pergala netewa demokratîk roj bi roj xwe nû dike û bi hêz dike, wisa dixuye ku ev êrîş dê bidomin."    'XETA SEREKE BERXWEDANE'   Rojnameger Argeş Şengalî, diyar kir ku PDK’ê ji bo ku planên xwe bi cih bîne serî li her cûre tiştan daye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Lê tevî vê jî civaka êzidî vedigere li ser axa xwe. Lê bi piştgiriya PDK'ê êrîş li ser Şengalê çêbûn. Sedemên vê jî ew bû ku civaka êzidî venegere Şengalê. Lê çiqasî êrîş jî bikin xeteke êzidiyan a sereke heye ku ew jî berxwedan e.Vegerên êzidiyan zêde dibin. Ji ber wê ev êrîş dê di Şengalê de negihijîn armanca xwe. Bi girêdayî vê li ser Mexmûrê jî heman êrîş didomin. Lêbelê tevî êrîşên artêşa Iraqê jî heta niha hikumeta Kurdistanê helwesteke aşkere nîşan nedaye. Bêdengiya PDK'ê ya li hemberî êrîşên li ser kurdan jî ji hevaltiya wê ya bi van hêzan re nişanî me dide. Lê civaka êzidî ji roja ewil heta dawiyê piştgiriya xwe ya ji Mexmurê re nişan da. Îro tişta ku ji me re pêwîst piştgirî û tifaqiya me ye. Li dijî hevkariya li dijitiya kurdatiyê dike em tekoşîna xwe birêxistin bikin."   MA / Zeynep Durgut