Amedî: Divê di pêvajoya nû de guh li gel bê kirin 2023-06-07 09:05:46   AMED - Amediyan diyar kir ku biryara HDP û Partiya Çepên Kes a ji bo heyama nû ku dê bi gel re biryarê bistîne, biryareke di cî de ye û wiha gotin: "Partiya me ji bo yekitiyê heye. Lewma divê di heya nû de guh bide gel."    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî encamên hilbijartina serokkomariyê û hilbijartina giştî, ji bo serdema nû nexşerêya xwe diyar kirin. HDP û Partiya Çepên Kesk ku dê di serdema nû de xwerexne bike, dê hemû merheleyên pêvajoyê bi gel re bi rê ve bibe.    Xelkê Amedê têkildarî serdema nû axivîn û gotin ku divê HDP û Partiya Çepên Kesk di serdema nû de li her deriyî bixin.    Sadik Ozkaya kêmasiyên di pêvajoya hilbijartinê de bi rêz kir û wiha got: "Ez wekî HDP'iyekî dibêjim, em ne ji perçekirina HDP'ê, em ji bo yekitiya wê hene." Îbrahîm Arcan ku got "Biryara jinûvesazkirinê ji bo me biryareke baş e" destnîşan kir ku di hin gavên ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de hin kêmasî çêbûn û divê ew kêmasî bên çareserkirin.    ‘DIVÊ MAL BI MAL BIGERIN'   Şeyhmûs Başkan jî ji ber ku partiyê xwe negihandiye her derî ew rexne kir û ev tişt anî ziman: "HDP'ê xwe negihand her derî. Neçû. Hevdîtin bi malbatan re, bi astengdaran re nekir. Mesela TÎP ji ber ku bi lîsteya xwe ket hilbijartinê, bû sedema 11 parlementeran. Hêviya me 100 parlementer bûn. Partiya me diviyabû mal bi mal bigeriyana. Ne wekî berê ye, danakevin nava gel, nagerin."    'GEL BI WAN RE YE'   Başkan, axaftina xwe wiha domand: "Li Amedê herî kêm diviyabû 11 parlamenter bûna. HDP xwe rexne kir. Hevserokên Giştî dê di kongreyê de nebin namzet. Hê jî hêviya me heye, ji lew re gel bi wan re ye."    DAXWAZÊN GEL   Xerîb Selîm jî destnîşan kir ku daxwazên gel girîng in û wiha pê de çû: "Em dizanin siyaseteke ji bo pirsgirêkên me heye. Lê dê çawa bê çareserkirin nizanim. Em her tim bi tenê dimînin. An em bi çepa tirk re li hev dikin an jî bi hin kesên din, lê kurd bi pirsgirêkên xwe re rû bi rû dimînin. Ev jî ji bo me dibe bar. Em di vî warî de partiyeke kurdistanî dixwazin."    Seyît Yildiz jî bal kişand ser hin pirsgirêkên di nava partiyê de û wiha got: "Di nava partiyê de hin cihêkarî hene. Ez wekî kurdekî ku raya xwe didim HDP'ê, ez dixwazim dawî li vê bê."    ‘BILA DENGÊ GEL BÊ BIHÎSTIN'   Selîm Demîr jî destnîşan kir ku piştî van hilbijartinan divê guh li dengê gel bê kirin û got: "Li gor min, sedema van encaman ew e ku HDP'ê guh li gel nekir. Hêvîdar im ji niha û pê ve guh li gel bike û li gor daxwazên gel tevbigere. Ji HDP'ê hêviya min bi hemû partiyên kurd re bibe yek."    Abdûrrahman Bozkûrt jî got: "Partî diviyabû di tûra yekem de namzetê xwe nîşan bidana. Di wir de şaşî kir. HDP û Partiya Çepên Kesk ji ber ku di pêvajoya hilbijartinê de bi CHP'ê re tevgeriyan, dengê wan kêm bû. Ji ber vê li Êlihê 14 hezar rayên me şewitîn. Lewma demildest divê partî xwe bide hev."    Bozkûrt destnîşan kir ku divê partî derî bi derî bigere û bi her kesî re bişêwire.