Cînayeta kar a li şaredariyê: Karkerê mirî bêsîgorta hatiye xebitandin 2023-06-07 10:02:56   ÊLIH - Karkerê bi navê Nûrî Aydin li Şaredariya Êlihê ya ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin bêsîgorte hatiye xebitandin û jiyana xwe ji dest da. Di rapora SGK’ê de hat gotin ku Cîgirê Şaredarê Êlihê Metîn Gurbuz di mirina Aydin de ji sedî 100 biqisûre. Her wiha derket holê ku Gurbuz karên li dijî Qanûna Îhaleyên Cemaweriyê kirine.    Derket holê ku Cîgirê Şaredarê Êlihê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye Metin Gurbuz bêyî ku tevdîran bigire û bêyî sîgorte karker dane xebitandin û bûye sedema mirina karkerekî. Hostayê înşaetê Nûrî Aydin dema di karê tadîlata navenda kargehan a ji hêla Midûriyeta Karên Çand û Civakê ya Şaredariya Êlihê ve hatibû kirêkirin de dixebitî, di 8’ê tîrmeha 2021’an de qeza kir û jiyana xwe ji dest da. Derheqê mirina Aydin de lêpirsîn hatibû destpêkirin lê belê ji ber ku qeyûmê Şaredariya Êlihê û Waliyê Êlihê Ekrem Canalp destûr neda, 2 salan derheqê Cîgirê Şaredarê Êlihê Metîn Gurbuz de tu kirarî nehatin kirin ku di bûyerê de qisûra wî heye.    Ji ber ku qeyûm destûra lêpirsînê nedida, Serdozgeriya Komarê ya Êlihê li 6’emîn Dadageha Îdareyê ya Herêmê ya Dîlokê îtîraz kir. Dadgehê ev îtîraz qebûl kir û biryara “destûrnedayîna lêpirsînê” betal kir.    PEYWIRA XWE XERAB BI KAR ANÎ   Dadgeha Îstînafê diyar kir ku delîlên xurt hene ku Gurbuz sûcên weke “peywira xwe xerab bi kar anî”, “sûcên li dijî jêbaweriya rêveberiya cemaweriyê û rêvebirina wê kiriye”, “Ziyandayîna saziya cemaweriyê” û “xebitandina karkeran a bêsîgorte û bêyî tevdîrên ewlehiyê yên kar û ji ber xemsariyên di asta qesdî de bûye sedema mirina karkeran” kiriye. Dadgehê cih da rapora kesê pispor ku di raporê de Gurbuz ji bûyerê ji sedî 100 biqisûr tê dîtin. Li ser biryarê, Serdozgeriya Komarê ya Êlihê lêpirsîn domand.    BÊSÎGORTE XEBITANDIN    Ajansa me xwe gihand Rapora Lêkolînê ya Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) ya di dosyaya lêpirsînê de cih digire û bêusuliyên şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de vedibêje. Di raporê de derket holê ku Aydin ê jiyana xwe ji dest dayî û 3 kesên din bêsîgorte hatine xebitandin. Di raporê de tê gotin ku li gel Aydin, kurê wî Mûrat Aydin jî bêsîgorte hatiye xebitandin û ji bo tenduristiya kar û ewlehiyê tu tevdîr nehatine girtin.    BI 20 HEZAR TL’AN NIFTE TESLÎM KIRIN    Di raporê de derheqê pêvajoya kirêkirina Yildizlar Çayevî de agahî hatine parvekirin ku qeza li vir çêbûbû. Hat gotin ku kesê ev kargeh ji bo şaredariyê kirê kirî tu peyman û belge îmze nekiriye û li hemberî 20 hezar TL’an nifteya kargehê radestî Metîn Gurbuz kiriye.    TESPÎTA ‘KARÊ NEFERMÎ HATE KIRIN’    Di encama rapora SGK’ê de jî ev tespît hatiye kirin: “Nûrî Aydin, di 8’ê tîrmehê de li cihê lê dixebitî kete erdê û wefat kir. Weke ‘qezaya kar’ hatiye hesibandin. Di bûyera qezayê de kardar ji sedî 100 biqisûr e. Di mijara Yildizlar Çayevî ya aydê şaredariyê de divê kesên karker bêsîgorte digirtin kar bên cezakirin, li cihên ji hêla Serokatiya Şaredariyê ve hatine kirêkirin li dijî Qanûna Îhaleyan kar hatiye kirin, pere bi dest hatine dayîn û meqamên edlî xelet hatine agahdarkirin. Ji bo li gorî van tespîtan kirarî bên kirin, hewceye Wezareta Karên Hundir were agahdarkirin.”    METÎN GURBUZ KÎ YE?   Metîn Gurbuz hevjînê Adîle Gurbuze ku Cîgira Serokê AKP’a Êlihê yê berê bû û di hilbijartinên 2015’an de bûbû namzeta parlamenteriyê ya AKP’ê. Gurbuz, bi rêya Midûriyeta Nivîsgeha Taybet bêyî bikeve ezmûnê, li şaredariyê hate bicihkirin. Piştî ku Alî Osman Bîlgîlî ku bi nelirêtiyên xwe ji rojevê dernediket tayînî Osmaniyeyê hate kirin, Gurbuz di 12’ê tîrmeha 2022’yan de weke Midûrê Çand û Karên Civakî yê Şaredariyê hate peywirdarkirin. Piştre jî bû Midûrê Çapemenî û Têkiliyên bi Gel re.    Gurbuz, herî dawî jî bû Cîgirê Şaredarê Êlihê. Midûriyeta Çapemenî, Weşan û Têkiliyên bi Gel re, Midûriyeta Karên Agahdarkirinê, Midûriyeta Çand û Karên Civakî, Midûriyeta Karên Werzîşê, Midûriyeta Temamkirin, Lênihêrîn û Temîrkirina Makîneyan, Midûriyeta Zabiteyan, Midûriyeta Jin û Xizmetên Malbatê û Midûriyeta Çavkaniyên Mirovan û Perwerdeyê jî girêdayî Gurbuz hatin kirin.    MA / Fethî Balaman