Ciwanê ku hate diyarkirin li Cizîrê întihar kiriye jiyana xwe ji dest da 2023-06-07 10:03:35   ŞIRNEX - Ciwanê ku hate diyarkirin li gundê Ernebat ê girêdayî navçeya Cizîrê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da.    Ciwanê bi navê Abdulkerîm Kasirga ku hate diyarkirin li gundê Ernebat ê girêdayî navçeya Cizîr a Şirnexê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, malbata wî di saetên serê sibê de li rex tenûra ber deriyê mala wan bi cenazeyê Kasirga re rû bi rû man. Tîmên tenduristiyê yên hatin agahdarkirin, hatin cihê bûyerê. Cenazeyê Kasirga rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.    Piştî kirariyên otopsiyê cenazeyê Kasirga li gundê Ernebat hate veşartin.