Kujer hat berdan lê pênûsa Hafiz Akdemîr li erdê nema 2023-06-07 10:04:32 AMED - Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ewilî bi gefa kuştinê re rûbirû dimîne. Gefa “wê pênûsa te bê şikandin” lê tê xwarin. Akdemîr 31 sal berê ji aliyê Hîzbûllahê ve hat qetilkirin. Kujerê Akdemîr hat berdan lê pênûsa wî ya rojnamevaniyê li erdê nema.    Endamên Hîzbûllahê li bakurê Kurdistanê di salên 90’î de gelek kesayet qetil kirin. Ev kujer piştî 2019’an hemû hatin berdan. Ev berdana van kujeran carek din têkiliya dewletê û Hîzbûllahê anî rojevê. Bi berdana kujeran re partiya siyasî ya Hîzbûllahê HUDA PAR’ê bi AKP’ê û Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan re li hev kirin û bûn şirîkê Tifaqa Cumhur.    Di van rojên ku tifaqa AKP û HUDA PAR’ê tê nîqaşkirin de salvegera 31’emîn a nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ku di 8’ê hezîrana 1992’yan de jia liyê Hîzbûllahê ve hat qetilkirin, tê pêşwazîkirin.    BERIYA QETILKIRINÊ GEF LÊ XWARIN E    Rojnameya Ozgur Gundemê, di 30 gulana 1992'yan de dest bi weşanê kir û di 14'ê nîsana 1994'an de bi biryara dadgehê hat girtin. Ji ber şerê li herêmê, cînayetên pêk hatine û valakirina gundan ji gel re ragihand ji aliyê rêxistinên mîna JÎTEM'ê ve hedef hat girtin. Rojnameya ku rexmî girtin, cezayên pere û girtina xebatkarên xwe jî bi qasî 2 salan weşana xwe domand, 30 jê nûçegîhan bi giştî 76 xebatkarên wê hatin kuştin. Yek ji van nûçegîhanan jî Hafiz Akdemîr (27) bû. Akdemîr, li rojnameya Yenî Ulkeyê ku heftane derdiket dest bi nûçegİhaniyê kiribû û piştî ku Yenî Ulke hatibû girtin li buroya Amedê ya rojnameya Ozgur Gundemê dest bi xebatê kiribû.    Akdemîr, çalakiyên nûçeyên greva birçîbûnê yên li avahiyê Partiya Kedê ya Gel (HEP), berxwedana karkerên TEKEL'ê, kesên îşkence li wan dihatin kirin û kesên gundên wan hatibûn şewitandin ji raya giştî re radigihand. Ji ber ku bi nûçeyên derbarê Hîzbûllah û kontrgerîllayê de bal kişand ser xwe hedef hat girtin. Rojek serê sibehê nîşeya "Wê pênûsa we bişkê, dora we ye" li ber derê rojnameyê hat danîn. Rojek piştî vê dema kontrola nasnameyê ev gef lê hat xwarin: "Li tiştên tu dinivisînî baldar be."   Di 8'ê hezîrana 1992'yan de dema ku diçû buroya rojnameyê li kuçeya ku îro navê wî lê hatiye kirin a li ser Cadeya Melîk Ahmedê ya navçeya Sûrê êrişeke çekdarî lê hat kirin û hat kuştin.    KUJER HAT BERDAN   Di lêpirsîna ku derbarê cînayeta Akdemîr de hat destpêkirin de heta 8 salan tu pêşveçûn çênebû. Piştî 16 salan tetikkêşê Akdemîr endamê Hîzbûllahê Cîhan Yildiz ê bi navê kod "Huseyîn" di sala 2008'an de li Avûstûryayê hat girtin û ew anîn Tirkiyeyê. Cînayeta Akdemîr jî di nav de Yildiz ji 11 cînayetan hat darizandin û ji ber 6 cînayet û 2 birîndarkirinan cezayê muebbetê lê hat birîn. Lê piştî biryara AYM'ê ya "binpêkirina darizandina adil" bi hikumxwarên Hîzbûllahê re piştî ku 11 salan girtî ma hat berdan. Tê gotin ku Yildiz jî mîna endamên din ên Hizbûllahê reviyaye qampên wê yên derveyî welat.    Xwarziyê Akdemîr rojnameger Veysî Polat ku dema Akdemîr hat kuştin li cem wî bû qala xalê xwe Akdemîr kir.     DEMA TÊ QETILKIRIN LI CEM WÎ BÛYE    Polat diyar kir ku dema ku Hafiz Akdemîr hatiye qetikirin li cem wî bûye û got: “Gule berdan li serê xalê min dan. Ez bi wê refleksa ewil ketim pey kujer. Me xalê min paşê rakir nexweşxaneyê. Du sê saetan li wir birîndar ma paşê jî jiyana xwe ji dest da.”    ÊRIŞ LI CENAZE JÎ HATIYE KIRIN    Polat da zanîn ku li dijî cenazeyê Hafiz Akdemîr jî êriş çêbûye û tevî hemû êrişan jî li Goristana Deriyê Mêrdînê hat veşartin. Polat da zanîn ku paşê li ser wesiyeta Akdemîr cenaze birine li gundê Sîsê yê bi ser navçeya Licê ve veşartine.    ‘DIBEZIYA HER DERÎ, BÊDENG NEMA’    Polat anî ziman ku behsa kesayeta Hafiz Akdemîr kir û wiha got: “Hem di nava Çapemeniya Azad de û hem jî di nava malbatê de pir dihat hezkirin. Xalê Hafiz bi kesayet, ehlaq û jîrbûna xwe kesek mînak bû. Nikaribû li hember tiştên li ser rûyê vê erdnîgariyê diqewimî bêdeng bimîne. Li ku neheqiyek hebûya bi wê refleksa xwe ya rojnamevaniyê dibeziya wir.”    ‘DÎROKA TIRKIYEYÊ TARÎ YE’    Polat destnîşan kir ku zextên salên 90’î tenê ne li ser nûçegihanan-rojnamevanan hebû di heman demê de êriş û zext li ser belavkarên rojnameyê û xwînerên rojnameyê jî hebûn û got: “Salên 90’î dîroka tarî ya Tirkiyeyê ye. Ji şewitandin û valakirina gundan bigire heta cînayetên li naverasta kuçe û kolanên bajaran, êrişên dijwar hebûn. Hat xwestin ku kurd û têkoşîna xwe bi temamî bên qedandin, lê ev bi ser neket.”    ‘DEWLET JI ÇAPEMENIYA AZAD ACIZ E’    Polat diyar kir ku kujerê Hafiz Akdemîr, Cîhan Yildiz tevî ku ji 6 cînayet û du bûyerên birîndarkirinê berpirsiyar bû jî lê tenê 11 sal girtî ma û bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn hat berdan û got: “Kesê ku pê li tetikê kir ne girîng bû, lê em bi dewletek ku ji Çapemeniya Azad aciz bû re rûbirû bûn. Ev acizî jî mirov dikare bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê ya bi biryara Desteya Ewlehiya Millî mînak nîşan bide.”    ‘ŞAHID IM LÊ TU HEVRÛBÛN ÇÊNEBÛ’    Polat bertek nîşanî bêcezahiştina kujer da û got tevî ku ew şahidê bûyerê ye jî lê kesî wî nebiriye dadgehê û lê guhdar nekirine û heta niha hevrûbûnek çênebûye. Polat destnîşan kir ku tu kujerek salên 90’î nehat darizandin û hemû bêceza hatin hiştin.    ‘WÊ PÊNÛSA WAN LI ERDÊ NEMÎNE’   Polat anî ziman ku pênûsa Hafiz Akdemîr li erdê nemaye û got: “Li pey cangoriyên Çapemeniya Azad bi sedan kekdar niha hene. Pênûsa wan li erdê nehiştin. Pênûsa Hafiz Akdemîr li erdê nema û wê nemîne.”    MA / Cengîz Ozbasar - Rewşan Saglam