Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin 2023-06-07 10:11:53   ŞIRNEX - Li Cizîrê di serdegirtinên malan de 2 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Cizîr a Şirnexê di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de hate girtin. Piştî lêgerîna li malan hate kirin welatiyên bi navê A.R. û M.R. hatin binçavkirin.    Hate diyarkirin ku 2 kesên hinceta binçavkirina wan nehate zanîn, birine Fermandariya Cendermeyan a Cizîrê.