Şaredariya AKP’yî nivîsand ku Goristana Ermenan çawa tune bûye 2023-06-07 10:45:42 WAN - Di malpera înternetê ya Şaredariya Artemêtanê de hatiye nivîsandin ku Goristana Ermenan çawa hatiye tunekirin û li serê rê û malên TOKÎ’yê hatine çêkirin.   Li navçeya Artemêtanê ya Wanê gorek ermenan hebû. Derket holê ku li ser beşek goristanê malên TOKÎ’yê hatine çêkirin û li ser beşek din a goristanê jî rê hatiye çêkirin û goristan hatiye tunekirin. HDP’ê şaredariya Artemêtanê bi dest xistibû lê bi hinceta ku namzetê HDP’ê bi KHK’ê hatiye îxrackirin, şaredarî radestî namzetê AKP’ê hatibû kirin. Di malpera înternetê ya di bin rêveberiya AKP’ê de hatiye nivîsandin ku goristana ermenan çawa hatiye tunekirin. Di nivîsê de hatiye gotin ku beşek Goristana Ermenan di sala 2005’an de di bin malên TOKÎ’yê hatine çêkirin de maye û beşek din jî ku maye di bin rêya ku di sala 2012’yan de hatiye çêkirin maye û goristan tune bûye.    LI SER GORISTANA ERMENAN TEWALET ÇÊKIRIBÛN    Her wiha di sala 2017’an de li taxa Xorkumê ya navçeya Artemêtanê qeyûmê wê demê li ser Goristana Ermenan û Girikê Xorkumê tewalet û kabîneyên cil ji xwe kirine çêkiribûn.