Tedawiya zaroka 14 salî ku di pîrozbahiyên hilbijartinê de gule bi serê wê ketibû didome 2023-06-07 11:31:43   RIHA - Kubra Çoban a 14 salî ku di pîrozbahiyên alîgirên Erdogan de bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê tê dermankirin. Kekê wê Cuma Çoban diyar kir ku xwişka wî we 10 roj in li beşa lênêrîna awarte ye û wiha got: "Dewletê dikarî tedbîran bigire ji ber ku di 14'ê gulanê de jî heman awayî pîrozbahî hatin li darxistin."   Piştî hilbijartina tûra 2'yemîn a Serokkomariyê ya 28'ê Gulanê alîgirên Serokkomarê AKP'î Erdogan li her derê derketin kolanan û pîrozbahî li darxistin di pîrozbahiyan de gelek çekên giran hatin bikaranîn. Ev yek jî bû sedema mirina zarokan. Li Mersînê di pîrozbahiyê de zarokê 15 salî yê bi navê Muhammed Eslek, li Rihayê jî Emîrhan Gelgir ê 14 salî jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha li taxa Eyyubnebî ya navçeya Eyubiye ya Rihayê jî alîgirên Erdogan bi çekan pîrozbahî li dar xistin û di encama pîrozbahiye de gule li serê zaroka 14 salî ya bi navê Kubra Çoban ku di wê keliyê de li şaneşîna male bû ket. Çoban ku bi giranî birîndar bûbû niha li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Rihayê di beşa lênêrîna awarte de tê dermankirin.     Kekê Kubra Çoban, Cûma Çoban ê derbarê bûyerê de ji ajansa me re axivî, bal kişand ser xetereyên pirozbahiyên bi çek û got ku sedema vê yekê tedbîr negirtina dewletê ye.    10 ROJIN DI BEŞA LÊNÊRÎNA AWARTE DE YE   Çoban, diyar kir ku bûyer şeva hilbijartinê seat di dora 8'an de qewimiye û wiha qal kir: "Bi çekan pîrozbahiya hilbijartine dihat li darxistin û gulê bi ser me de dibarîn. Ji ber guleyan em hemû ketin hundir lê Kubra li şaneşînê bû me jî bang li we kir ku bê hundir. Di wê kêliyê de dema Kubrayê li jor nêrî gule li serê we ket. Bi giranî birîndar bû û me rakir nexweşxaneyê, ev 10 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye."   'LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN'   Çoban, anî ziman ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û axaftina xwe wiha domand: "Ji me pirsîn gotin 'hûn gilî dikin' me jî got em nizanin kê kiriye ji ber wê gilî nakin lê heke yên gule berdane bên girtin wê demê rewş diguhere. Heta niha tu kes nehatiye binçavkirin. Kes nizane gule ji ku hatiye û kê avêtiye."   TEDBÎR NEGIRTINÊ   Çoban, anî ziman ku sedema bûyerên bi vî rengî tedbîr negirtina dewletê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dilê me şewitî ye bila edî dilê tu kesan neşewite. Bila tu bûyerên wisa neqewimin. Bila hemû kes li mala xwe pîrozbahiyan bikin. Divê dewlet jî di van mijaran de tedbîran bigire. Dewletê dikarî tedbîran bigire ji ber ku di 14'ê gulanê de jî heman awayî pîrozbahî hat li darxistin yanî dihat zanîn ku pîrozbahiyeke wisa dê çêbibe. Dibêjin di 14'ê gulanê de gelek çek hatine desteser kirin lê pişt re ew çek dîsa radest kirine, çima ev çek radest kirin. Sedema van bûyeran biçekbûna şexsî ye, çima dewlet çekê dide wan."    MA / Mahmût Altintaş - Omer Akin