Cenazeyê Akdogan li Wanê hate veşartin 2023-06-07 12:24:36 WAN - Cenazeyê endamê HPG’ê Alî Akdogan ê di êrişa hewayî ya li herêma Omeriya ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabû, li Wanê hate veşartin.     Di 12’ê adarê de li herêma Omeriya ya Mêrdînê di êrişeke hewayî de 3 HPG'î jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê yek ji wan Alî Akdogan (Denîz Hêlîn) ê piştî ji hev girtina DNA’yê ji aliyê malbatê ve ji Goristana Bajêr a Kamor ve hate wergirtin, anîn Wanê.    TENÊ DESTÛR DAN ENDAMÊN MALBATÊ    Cenazeyê Akdogan ê anîn bajêr, piştî ku di saetên serê sibê de wecîbeyên olî hatin pêkanîn, bi tevlibûna ferdên malbatê li Goristana Taxa Karşiyakayê hate veşartin. Polîsên ku derdora goristanê dorpêç kirin û nehiştin ji bilî ferdên malbatê kes bikeve goristanê nehişt kesên tev li cenaze bûne dîmen û wêne jî bikişînin.    Cenazeyê her sê HPG'iyan di 29'ê Adarê de li goristana bêkesan a Goristana Bajêr a Kamorê ya li navçeya Artûklûyê hatibûn veşartin. Piştî ku encamên DNA'yê yên malbatan li hev derketin, hat diyarkirin ku ji wan yek jê Alî Akdogan (Denîz Hêlîn) ê ji Wanê û Îshak Çekîn (Egîd Cûdî) ê ji Rihayê ye.   ÇI QEWIMÎ BÛ   Di 12'ê Adarê de li herêma Omeriya ya Mêrdînê di êrişeke hewayî de 3 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê her sê HPG'iyan di 29'ê Adarê de li goristana bêkesan a Goristana Bajêr a Kamorê ya li navçeya Artûklûyê hatibûn veşartin. Piştî ku encamên DNA'yê yên malbatan ji hev girtibûn, hat diyarkirin ku ji wan yek jê Alî Akdogan (Denîz Hêlîn) ê ji Wanê û Îshak Çekîn (Egîd Cûdî) ê ji Rihayê ye.