Komên paramîlîter li Efrînê 4 kes revandin 2023-06-07 12:39:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter ên bi navê “Polîsên leşkerî” ku girêdayî Tirkiyeyê ne, li Efrînê 4 welatî revandin.    Binpêkirinên artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li Kantona Efrînê didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); çavkaniyên ji herêmê dan zanîn ku koma paramîlîter a navê “Polîsên leşkerî” li xwe kiriye, li gundê Kefredela ya Jêrîn ê navçeya Cindirêsê 4 welatî revandin. Hat zanîn ku di nava kesên hatine revandin de jineke ciwan jî heye.    JI MALBATAN FÎDYE XWESTIN    Navên kesên hatine revandin wiha ne: “Elîf Hec Resûl, Newal Hec Henan (25), Mehmûd Ebdurehman Dawûd (41) û Ebdullah Hec Henan (45).” Çavkaniyan da zanîn ku komên paramîlîter kesên hatine revandin birine cihekî nediyar û ji bo berdana wan ji malbatan fîdye xwestine.    Hêjayî gotinê ye ku komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li Efrînê revandina welatiyan û şantajê weke rêbazekî qezenckirina pereyan bi kar tînin.