Mutehîdê duyemîn ê Sîteya Ebrar hat girtin 2023-06-07 13:05:20   MEREŞ - Mutehîdê duyemîn ê Sîteya Ebrar Tevfîk Tepebaşi ku di erdheja Mereşê de herî zêde welatî lê miribûn, hat girtin.    Di 6’ê Sibatê de du erdhejên navenda wê Mereş bû çêbûn. Di her du erdhejan de jî herî zêde mirov li Sîteya Ebrar de mirin. Mutehîdê duyemîn ê sîteyê Tevfîk Tepebaşi hat girtin.    Tê gotin nêzî 4 hezar  û 500 welatî li Sîteya Ebrarê hebûn. Sîte 12 blok bûn û her blok 8 qat bûn. 8 blok hilweşiyan û 4 blok jî xesarek mezin dîtin.    Mutehîdê Sîteyê A.D. di 16’ê sibatê de hatibû girtin. Mutehîdê duyemîn Tevfîk Tepebaşi jî lêgerîna wî ya girtinê hebû. Tepebaşi yê ku çû qereqolê hat binçavkirin. Piştî îfadeyan Tepebaşi ji aliyê dadgehê ve hat girtin.