Sala par li Egeyê 724 binpêkirinên mafên zarokan qewimîne 2023-06-07 13:14:21 ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê daxuyand ku li Herêma Egeyê di salekî de 724 binpêkirinên mafan ên zarokan qewimî ne.    Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê rapora “Binpêkirina Mafên Zarokan a Sala 2022’yan” li avahiya xew bi civînek çapemeniyê eşkere kir. Binpêkirinên mafên zarokan ên li bajarên Aydin, Afyon, Balîkesîr, Mûgla, Manîsa, Ûşak, Bûrdûr, Isparta, Denîzlî, Kutahya û Îzmîrê yên Herêma Egeyê di raporê de cih digirin. Rêvebera ÎHD’a Îzmîrê Cemîle Karakaş raporn xwend.    Karakaş diyar kir ku zarok hem bi qanûnî hem jî bi awayê ehlaqî ji dayikbûna xwe ve xwedî mafên xwe ne û got: “Di salên dawî de ji ber gelek sedem û bandorên neyînî di asta herî jor de mafên zarokan hatin binpêkirin. Binpêkirina mafên zarokan gihîştiye wê asta xeternak. Tevî ku Tirkiye terefê Peymana Mafên Zarokan e jî lê polîtîkayên bingehîn ku zarokan biparêze nexistiye dewrê. Di sala 2022’yan de li Herêma Egeyê 724 binpêkirinên mafên zarokan qewimîn.”    Karakaş di berfirehiya raporê de cih dane daneyên binpêkirinan.