Têkoşîna edaletê di roja 807’an de ye: Çavkaniya hemû pirsgirêkan bêedaletî ye 2023-06-07 14:46:27 RIHA - Endamên Egîtîm Sen’ê serdana Emîne Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê bênavber didomîne kirin. Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen’ê Mahmût Bînîcî, anî ziman ku di bingeha hemû pirsgirêkan de bêedaletî heye.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de daye destpêkirin di roja 807’an de berdewam dike. Ji ber ku Ferît Şenyaşar ê di heman demê de parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê ye di çarçoveya xebatên Meclisê de li Enqereyê ye, Emîne Şenyaşar hate ber deriyê edliyeyê û çalakî da destpêkirin.    Şenyaşar a li qada ku “Weke quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê zanîn pankarta “5 sal in em edaletê dixwazin” daliqand têkildarî têkoşîna xwe ya edaletê agahî dan parêzer û welatiyên li edliyeyê. Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanîstê (Egîtîm-Sen) ya Rihayê ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşar kirin.    ‘DI BINGEHA PIRSGIRÊKAN DE BÊEDALETÎ HEYE’    Hevserokê Şaxa Egîtîm-Sen a Rihayê Mahmût Bînîcî yê di serdanê de axivî, wiha got: “Dayik tenê ji bo xwe edaletê naxwaze, ji bo herkesê dixwaze. Dayik ji bo serxwebûna darazê têdikoşe. Em jî weke sendîka gelek caran li cem dayikê bûn û em ê bidomînin. Wezîrê Dadê yê nû ji bo faîl bên cezakirin, divê di nava hewldanan de be, daxwaza me ev e. Di bingeha hemû pirsgirêkan de bêedaletî heye. Heke edalet pêk were dê hemû pirsgirêk çareser bin.”   ‘EV DEWLETEKE ÇAWA YE’    Emîne Şenyaşar a pişt re axivî, anî ziman ku nêzî 5 sal in lêgerîna xwe ya edaletê bênavber didomînin û wiha axivî: “Di zivistan û havînê de tevî hemû zehmetiyan têm vir. Germê dest pê kir, dîsa jî li vir im. Me gelek zilm dît. Em li benda edaletê ne. Êdî bes e, bila zarokê min ê girtî (Fadil Şenyaşar) bê berdan. Ev dewleteke çawa ye, li tu deran dewleteke wiha nîne. Kurê min Ferît li Enqereyê ez jî li vê derê têkoşîna xwe didomînin. Ez ê sibê derkevim pêşberî dadger (Bi îdiaya heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye). Dest ji darizandina me berdin.”   Şandeyê piştî demekê bi Şenyaşar re nobet girt, ji ber edliyeyê çû.