Ji bo malbat û cerdevanên xwestin tecawizê veşêrin daxwaza cezakirinê 2023-06-07 15:22:52   ŞIRNEX - Dozger ê di danişîna doza cerdevan Ramazan Babat ê ji ber tecawizkirina zarokê tê darizandin de mutalaaya xwe aşkere kir, xwest ku ji bilî faîl, bavê zarok, kekê wê, sercerdevanê berê Şehmûs Babat, kurê wî Çetîn Babat û Sadî Babat cuda cuda bên cezakirin.    Danişîna 4’emîn a doza cerdevan Ramazan Babat ê ji ber li bajaroka Sêgirkê ya girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê tecawizî zarokekê kir, tê darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Di danişînê de parêzerê Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê û malbata zarokê di danişînê de amade bûn. Faîl Babat jî ji girtîgeha lê tê ragirtin bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.    Şahid E.B. yê di danişîna ku bi tespîtkirina nasnameyan destpêkir de axivîş, îdia kir ku zarok reviya ye û sercerdevan Şehmûs Babat ji bo ku bibe cem malbata wê ketiye navberê.    DAXWAZA PARÊZERÊ FAÎL NEHATE QEBÛLKIRIN   Parêzerê faîl ê pişt re axivî, xwest ku Abdûllah Babat ê beriya niha navê wî di nava şahidan de derbas dibû û xwişka zarokê B. Babat bên guhdarkirin. Şandeya dadgehê jî bi hinceta guhdarkirina wan dê pêvajoyê dirêj bike, daxwaz qebûl nekir.    DOZGER MUTALAAYA XWE DA   Dozger di mutalaaya xwe de xwest ku bavê zarokê E.G., kekê wî Y.G., sercerdevanê berê Şehmûs Babat û kurê wî Çetîn Babat û Sadî Babat bi sûcdariya “Ji holê rakirina delîlan” cuda cuda bê cezakirin û ji ber gumana revîna wî heye girtina faîl Ramazan Babat didome.    FAÎL DAXWAZA BERAETÊ KIR   Faîl Babat ê jê hate xwestin ku li dijî mutalaayê parastinê bike, îdia kir ku bêsûc e û daxwaza berdana xwe kir. Parêzerê zarokê û parêzerê Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê jî xwestin ku bersûcên di dosyayê de navên wan derbas dibin cuda cuda bên cezakirin. Parêzerê bersûc ji bo parastinê dema zêde xwest.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN   Şandeyê piştî navbera 5 deqîqeyan biryar da ku girtina Babat berdewam bike, daxwaza parêzer a dema zêde qebûl kir û danişîna din taloqî 10’ê tîrmehê kir.