Siyasetmedar Mehmet Çîçek jiyana xwe ji dest da 2023-06-07 15:37:58   RIHA - Cenazeyê siyasetmedar Mehmet Çîçek ê jiyana xwe ji dest da li Rihayê hate veşartin.    Cenazeyê siyasetmedarê kurd Mehmet Çîçek (85) ê ji ber krîza dil duh li mala xwe ya li navçeya navendî ya Halîliye ya Rihayê jiyana xwe ji dest da hate veşartin. Ji bo Çîçek li Goristana Çîfte Kubbe ya li navçeya Eyyubiyeyê merasîma cenaze hate lidarxistin. Malbata Çîçek, xizmên wî, nûnerên rêxistinên girseyên demokratîk û partiyên siyasî û bi dehan kes beşdar bûn. Cenazeyê Çîçek piştî wecîbeyên olî hatin pêkanîn hate veşartin.  Şîna Çîçek li Mala Şînê ya Yûnûs Emre ya li Taxa Yeşîldîrek a navçeya Halîliyeyê hate danîn.    MEHMET ÇÎÇEK KÎ YE?    Çîçek ê nêzî 40 sal in di têkoşîna azadiyê ya kurd de cih digire û siyat dikir, di dîrokên cuda de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” gelek caran hate binçavkirin. Çîçek ê piştî Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yan hate binçavkirin, 5 mehan li Zindana Amedê hate ragirtin. Çîçek ê 78 salî ku di sala 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin, di sala 2018’an de hate berdan.    Çîçek, di navbera salên 2012 û 2014’an de Hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê kir.