Rojnamevan Hafiz Akdemîr dê sibê li kuçeya lê hat kuştin were bibîranîn 2023-06-07 15:40:31   AMED - Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr wê sibê li kuçeya Sûrê kul ê hatibû qetilkirin, were bibîranîn.    Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ku di 8’ê hezîrana 1992’yan de li kuçeya Hafiz Akdemîr ya li ser cadeya Melîk Ahmedê ya Sûrê hatibû qetilkirin, dê sibê li heman kuçeyê saet di 13.00’an de were bibîranîn. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî bîranîna Akdemîr ev twît belav kir: “Em nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ê di 1992’yan de hat qetilkirin, sibê di salvegera 31’emîn de li cihê lê hatiye qetilkirin bibîr tînin.”