Girtiyê ji bo darizandina adilane dest bi rojiya mirinê kirî rakirin nexweşxaneyê 2023-06-07 15:41:06   AMED - Hikûmxwarê edlî Emrûllah Kanîoglû ji bo darizandina adilane dest bi greva birçîbûnê kiribû û piştre çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Çalakiya Kanîoglû di roja 300’an de didome û ji ber ku rewşa wî giran bû, rakirin nexweşxaneyê. Kanîoglû tedawî qebûl nekir û hat zanîn ku rewşa wî giran e.    Girtiyê edlî Emrûllah Kanîoglû li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Amedê tê ragirtin. Kanîoglû ji bo darizandineke adilane, dest bi greva birçîbûnê kiribû û çalakiya wî kete roja 300’emîn. Di van 6 rojên dawî de jî Kanîoglû çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Ji ber ku rewşa Kanîoglû giran bû, duh rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl. Lê belê Kanîoglû hem qebûl nekir ku li nexweşxaneyê were ragirtin û hem jî tedawî red kir. Li ser vê yekê dîsa sewqî girtîgehê hate kirin. Rewşa Kanîoglû îro dîsa xerab bû û dîsa rakirin heman nexweşxaneyê.    Kanîoglû rakirin Beşa Lezgîn a Nexweşxaneyê û qebûl nekir ku mudaxale lê were kirin. Ji tenduristvanan re got; “Ez dixwazim bi awayekî adilane bêm darizandin. Ez ê rojiya mirinê bidomînim. Dibe ku ez bimrim lê ji bo darizandineke adilane dê ji kesên piştî min re bibe hêvî.”    RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ ZEXT KIR KU MUDAXELE WERE KIRIN    Hat zanîn ku Kanîoglû hêj li ser hemdê xwe ye û Midûriyeta Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Amedê ji bo dev ji çalakiya xwe berde û were tedawîkirin, zextê li rêveberiya nexweşxaneyê dike. Li ser vê yekê Cîgirên Midûrê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl jî zextê li xebatkaran dike.    Hat zanîn ku li gel ku hişê Kanîoglû li serê wî ye jî teşhîsa psîkozê jê re hatiye kirin. Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku ev teşhîs ji ber xwe ve hatiye kirin û nexweş li klînîka psîkiyatriyê hatiye bicihkirin.    Kanîoglû, ji Mêrdînê ye û ji ber sûcekî edlî hikûm xwariye. Kanîoglû dibêje ku sûcê pê tê tawanbarkirin nekiriye.