Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek çêbû 2023-06-07 15:43:02   SÊRT - Li gundê Osiyan ê navçeya Berwariyê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek çêbû.    Li gundê Osiyan ê navçeya Berwarî ya Sêrtê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek çêbû. Leşkerên di encama teqînê de birîndar bûn, bi helîkopterên leşkerî yên sewqî herêmê hatin kirin ewilî birin 3’yemîn Tûgaya Komandoyan a Sêrtê pişt re jî birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê.    Hate hînbûn ku li herêma teqîn lê çêbûye operasyona leşkerî hatiye destpêkirin.