Tanrikulu yê HDP’yî dîsa nehat berdan 2023-06-07 16:07:31   STENBOL - Endamê Meclisa Ciwanan ê HDP’ê yê berê Husamettîn Tanrikulu yê li ser hedefnîşandana Suleyman Soylû hatibû girtin, dîsa nehat berdan.    Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê yê berê Husamettîn Tanrikulu di çarçoveya lêpirsînek Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de 3’yê îlona 2022’yan hatibû binçavkirin. Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Suleyman Soylû, Tanrikulu hedef nîşan dabû. Dadgehê piştre bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” Tanrikulu da girtinê. Danişîna sêyemîn a doza Tanrikulu li 29’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Edliyeya Çaglayanê hat li darxistin. Tanrikulu bi rêya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Sîlîvriyê beşdarî danişînê hat kirin. Parêzera wî Nagehan Avçil û malbata wî tev li danişînê bûn.    Tanrikulu axivî û îdiayên li ser xwe red kir û got tawanbarî bu awayî nayên qebûlkirin. Tanrikulu destnîşan kir ku ew ne endamê PKK’ê ye û xwest were beraetkirin.    Parêzer Nagehan Avçil jî li ber îdiayan rabû û tawanbariyan red kir û xwest miwekîlê wê bê berdan.    Dozger xwest Tanrikulu girtî bê darizandin. Dadger jî daxwazên Tanrikulu û parêzera wî red kirin û danişînê taloqî 7’ê tîrmehê kir.