Cenazeyên Gokalp û Ayhan radestî malbatên wan hatin kirin 2023-06-07 17:33:18   AMED - Dîlan Gokalp û Vedat Ayhan ku li bejahiya Licê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyên wan radestî malbatên wan hatin kirin û ber bi bajarên wan ve hatin birêkirin.    Di 3'yê Hezîranê de li bejahiya mezrikên Hemza û Anatîxanê yên gundê Barahyê yê Licêya Amedê gerîlayên HPG'ê û leşkerên tirk şer kiribûn. Di şer de Vedat Ayhan (Mahsûn Hêşetî), Dîlan Gokalp (Zîn Amed) û HPG'iyekî/e din a navê wî/ê nehat hînkirin jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên HPG'iyan sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) a Amedê hatibûn kirin.   Malbatên HPG'iyan ji bo teşxîskirinê serê sibehê hatin ATK'ê. Piştî teşxîskirinê cenazeyê Ayhan ber bi gundê Hêşetiyê yê Sêrtê û cenazeyê Gokalpê jî ber bi navçeya Bismilê ve hatin birêkirin.    Her wiha hat hînkirin ku cenazeyê HPG'iyê/a navê wê/î nehat hînkirin li ATK'ê ye.