Doza Vartînîsê hat taloqkirin 2023-06-07 18:09:43   ENQERE – Di Doza Vartînîsê de der barê Fermandarê Alaya Cendirmeyan Bulent Karaoglû de biryra Bultena Sor hatibû dayîn, lê hê jî Karaoglû nehatiye zevtkirin. Ji ber vê doz jî ji Tîrmeha 2022'yan ve tê taloqkirin û ber bi demboriyê ve tê şandin.    Di 3'yê Cotmeha 1993'yan de li bajaroka Vartînîsê ya navçeya Têlî ya Mûşê, xaniyek hatibû şewitandin û ji heman malbatê 9 kes hatibûn şewitandin. Serdozgeriya Komarê ya Mûşê ji bo bûyerê gotibû "çalakiya terorê" ye û "kiryar nediyar in" dosyeyê girtibû. Piştî ku Dadgeha Bilind biryara dozgeriyê xera kiribû, Doza Vartînîsê jinûve hatibû destpêkirin.    Danişîna 14'an a dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Kirikkaleyê hat lidarxistin. Lê şandeya dadgehê ku di Cotmeha 2022'yan de der barê kiryarê dozê Fermandarê Alaya Cendirmeyan ê wê demê Bulent Karaoglû de biryara "Bultena Sor" dabû, bi hinceta nezevtkirina Karaoglû, dozê taloqî 5'ê Tîrmehê kir.