Li Cizîrê malbata ku hatibû binçavkirin hat berdan 2023-06-07 18:20:07   ŞIRNEX- Malbata ku duh di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, hat berdan.   Li taxa Surê ya navçeya Cizîr a Şirnexê duh danê sibehê polîsan bi ser malekê de girtibûn. Zarok jî di nav de ji heman malbatê 6 kes hatibûn binçavkirin. Ferdên malbatê piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê hatin berdan.   Hat hînkirin ku malbat ji ber mirina cerdevanê ku çend roj berê li navçeyê hatibû kuştin hatiye binçavkirin.