Li Geverê zarokê ku wesayîta zirxî pêl wî kir jiyana xwe ji dest da 2023-06-07 18:34:13 COLEMÊRG - Li Geverê zarokê 5 salî E.A. ku wesayîta zirxî pêl wî kir, jiyana xwe ji dest da.    Wesayîta zirxî ya ku çawîşê pispor ê Fermandariya Cendirmeyan a Geverê ew diajot, gava ji Gever a Colemêrgê ber bi Wanê ve diçû pêl zarokê 5 salî yê bi navê E.A. kir. Zarokê 5 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê zarok rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.    Hat derpêşkirin ku ajovanê wesayîta zirxî hatiye binçavkirin.