Nûman Kûrtûlmûşê AKP'î bû serokê meclisê 2023-06-07 19:43:51   ENQERE - Di tûra sêyan a Serokatiya Meclisê de, Nûman Kûrtûlmûşê AKP'î bi 321 rayan bi ser ket.    Hilbijartina ji bo bijartina Serokê Meclisa Tirkiyeyê hat çêkirin. Piştî ku di tûra duduyan de kes bi ser neket, tûra sêyan hat çêkirin. Di tûra sêyan de 584 ray hatin avêtin. Namzeta Partiya Çepên Kesk Tulay Hatîmogûllari 51, namzetê CHP'ê Tekîn Bîngol 160, namzetê Partiya ÎYÎ'yê Cîhan Paçaci 43, namzetê TÎP'ê Şerafettîn Can Atalay 4 û namzetê AKP'ê Nûman Kûrtûlmûş 321 ray girtin. 5 ray jî nehatin hesibandin.   Nûman Kûrtûlmûşê AKP'î bû serokê nû yê meclisê.