Bijîşkê girtîgehê girtiyê nexweş derman nekir 2023-06-08 09:04:02 STENBOL - Hat diyarkirin ku bijîşkê Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê, ji bo girtiyê nexweş Serhat Karsû re ku du sal in nayê dermankirin, gotiye, "Ez te naşînim cihekî jî. Heke tu bisekitî, li vir bisekite."    Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Erziromê, di rapora xwe ya der barê Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê ya Hejmara 1'ê de bal kişandibû ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. Binpêkirina dermankirina girtiyê nexweş Serhat Karsû, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi her awayî didin der. Karsû ku di sala 2013'an de cezayê muebeda giran lê hatiye birîn û heya niha sewqî gelek girtîgehan hatiye kirin, nêzî 2 sal in di Girtîgeha Dûmlûyê de ye. Nexweşîan refluyê bi Karsû re heye û du sal in nayê dermankirin. Tê gotin ku Karsû bi nexweşîna pençeşêrê re rû bi rû ye.    Aynûr Taş ku hefteya borî bi birayê xwe Serhat Karsû re hevdîtin kir, diyar kir ku îdareya girtîgehê girtiyan ber bi mirinê ve dişîne û ji bo hestiyariyê bang li raya giştî kir.    BIJÎŞKÊ GIRTÎGEHÊ: TU YÊ LI VIR BISEKITÎ   Taş da zanîn ku birayê wê şeş sal berê nexweş ketiye û ji ber ku niha dermankirina wî tê astengkirin nexweşîna wî giran dibe û got ku îdareya girtîgehê ji bo birayê wî bimire wî sewqî nexweşxaneyê nake. Taş got: "Birayê min ji bijîşkê girtîgehê re dibêje, 'Min sewqî nexweşxaneyê bike'. Lê bijîşk jê re dibêje, 'Ez guh li kesî nakim. Ez te naşînim cihekî. Ger tu bisekitî, li vir bisekite.' Nexweşîna wî pir giran bûye. Ji ber asîda mîdeyê diran di devê wî de nemane. Got, êdî nikare xwarinê bixwe."    Taş destnîşan kir ku li girtîgehê zextên li ser girtiyan zêde bûne û got ku girtiyên siyasî di hucreyên yek kesî de tên girtin. Taş gotinên birayê xwe wiha ragihandin: "Me dixin odeyên yekkesî. Lê tenê gava em bi dengekî bilind gazî hev bikin dengê me diçe hev. Xwedî li me derkevin. Caxên hesin dan ber camên hewadariyê jî. Êdî em nizanin bê kengî şev e kengî roj e. Me ber bi xwekuştinê ve dişînin."    Taş da zanîn ku ji ber van zextan serî li Wezareta Dadê dane, lê wezaretê serlêdana wan ji nedîtî ve hatiye. Taş ji bo dermankirina girtiyên nexweş bang kir.