Partiya Çepên Kesk xwe ji kongreya biheybet re amade dike 2023-09-22 14:36:44 ENQERE - Partiya Çepên Kesk ku rêveberiyeke partiyê ya hemû cudahî û reng di nav de cih bigirin hedef digire, ji bo kongreya ku dê di 15’ê cotmehê de bi tevlibûna hezaran kesan pêk were, dest bi amadekariyan kir.    Partiya Çepên Kesk piştî komxebatên li bajêr û herêman hatin kirin û her du konferansên li Enqereyê pêk hatin dest bi amadekariya kongreyê kir.     ARMANCA MECLISA PARTIYÊ YA XURT   Di vê çarçoveyê de li bajêr û herêman komîsyon hatin avakirin, li Navenda Giştî ya partiyê jî komîsyonên lihevkirin û amadekirinê hatin avakirin. Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk ji bo amadekariyên kongreye Komîsyona Lihevkirine ya Jinan û Komîsyona Amadekirinê jî ava kir. Komîsyonên li bajêr û herêman hatin avakirin, ji bo Meclisa Partiyê (PM) ya jinûve were avakirin dest bi wergirtina pêşniyaran kirin. Tê armanckirin bi nirxandina van navan Mecliseke Partiyê ya xurt ku ji hemû reng û cudatî tê de cih bigirin were avakirin.    NAV TÊ GUHERTIN, LOGO EYNÎ YE   Komîsyona Amedakarî û Lihevkirinê li ser navên di komxebat û konferansan de derketin pêş dê navê nû yê partiyê jî diyar bike. Navê partiyê dê di nava Partiya Gelan a Demokratîk (DHP) an jî Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) ku di komxebat û konferansan de derket pêş were tercîhkirin. Tê payîn ku dê Partiya Çepên Kesk logoya xwe neguhere.   BI KEVNEŞOPIYA HEP’Ê BER BI KONGREYA BIHEYBET VE   Partiya Çepên Kesk ku dê Meclisa Partiyê û navê partiyê yê nû bi pêkhateyên xwe re diyar bike, di vê çarçoveyê de dest bi xebatan jî kir. Te armanckirin ku bi hezaran kes dê ji Kurdistan û Tirkiyeyê tev li kongreya dê di 15’ê Cotmehê de were lidarxistin bibin.   Partiya Çepên Kesk ku kevneşopiya Partiya Kedê ya Gel (HDP) didomîne, plan dike ku ji salên 1990’î û vir ve kongreya herî biheybet li dar bixe.